SerekeSîyasî

Yekîtîya Aropayê piştevanîya xwe ji bo Herêma Kurdistanê tekez dike

Balyozê Yekîtîya  Avropayê li Îraqê Tomas Sêîlêr li ser tora civakî ya X ê serexweşî li kesûkarên qurbanîyên êrîşa li ser Zevîya Kormorê ya Gazê kir û hêvîya zû çarebûnê ji bo birîndarên wê êrîşê kir.

Balyozê Yekîtîya Avropayê li Îraqê di peyama xwe de nivîsîye: “Ev êrîş tev zirarê digehînin welatîyên Herêma Kurdistanê û Îraqê, ji bilî vê çi encamekî din nîne”.

Tomas Sêîlêr herwesa gotîye: “Yekîtîya Avropayê dê zêdetir bi Herêma Kurdistanê û Îraqê re li ser ewlehî, seqamgirî û çaksazîyê alîkar be”.

ÿrîşeke dronî li ser Zevîya Kormorê ya Gazê li nehîya Qadirkeremê ya girêdayî bajarê Çemçemalê hat kirin, çar karmendên wê hatin kuştin û dudö jî birîndar bûn ku xelkê Yêmênê ne. Ev jî navên wan û salên bûna wan in:

– Elî Ebûd -1978

– Yûsif Yasir Hemûd -1986

– Îsam Mihemed Ehmed -1983

–  Ewez Ebde Elî – 1986

Hema piştî wê êrîşê, herdu wezaretên Karebê û Samanên Xwezayî yên hökömeta Herêma Kurdistanê ragehand: “Ji ber êrîşa dronî ya li ser Zevîya Kormorê, şandina gazê ji bo westgehên berhemanîna karebê rawestîyaye û lewma jî nêzîkî 2500 mêgawatên karebê kêm bûne”.

Zevîya Kormorê ya Gazê li sala 2007 a hat ye damezrandin, dikeve sînorê nehîye Qadirkeremê ya qeza Çemçemalê li parêzgeha Silêmanîyê û kompanîya danagazê weberhênanê tê de dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button