H’emû nûçeSereke

Nûnerê Krêmlê gotîye ku tê plankirin ku  8 ê gulanê di navbera Paşînyan û Pûtîn  hevdîtina dualî wê pêk bê

Alîkarê serokê Fêdêrasîyona Rûsyayê Yûrî Yşakov daxuyanî da rojnamevanan û dîyar kir ku Vladîmîr Pûtîn wê  8 ê gulanê  bi serokwezîrê Ermenîtanê Nîkol Paşînyan re hevdîtineke dualî pêk bîne.

Li gorî “Armênprêss” ê, ev yek ji hêla TASS ê ve hatîye ragihandin.

Li gorî çavkanîyê, alîkarê serokê Fêdêrasîyona Rûsyayê bal kişand ser civîna dualî ya plankirî û dîyar kir ku gelek mijarên ji bo gotûbêjê hene û dê peywendîya dualî pir watedar be.

“Bi rastî rojek piştî destbikarbûnê (8 ê gulanê), serok yekem bûyera girîng ya navneteweyî, ango civîna encûmena aborî ya bilind ya Avrasîyayê li dar dixe. Piştî wê  bi serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan re hevdîtineke dualî bê kirin û ji bo serokên welatên  Hevalbendîya Welatên Serbest  jî şîva dostîyê ya kevneşopî bê lidarxistin”.

Li gorî wî, di van demên dawîn de  têkilîyên di navbera Rûsîyayê û Ermenîstanê de  pirsgirêk kom bûne, wekî ku tê pêşbînîkirin,  di navbera rêberan de bi eşkereyî bê nîqaş kirin.

Ûşakov der barê pirsgirêkên têkildarî de axivî û bi bîr xist ku Yêrêvanê bi awayekî dêfakto tevlîbûna xwe ya di nava rêxistinê de  qerimandîye, lê belê heta niha ji rêxistinê derneketîye. Li gorî nûnerê Krêmlê, di heman demê de, Ermenîstan beşdarî tetbîqatên leşkerî yên hevpar yên Hevalbendîya Welatên Serbest nabe û ji fînansekirina wan dûr dikeve.

Alîkarê serokkomarê Rûsîyayê amaje bi geşepêdana gotûbêja bi welatên Rojava re ji alîyê Ermenîstanê ve kir, ku têda berçavgirtina bijardîyên endambûna Yekîtîya Avropayê û aktîvkirina peywendîyên bi NATO ê re, ku li gorî wî pêwîste di navbera serkirdeyên herdu  welatên Rojava de gotûbêj bên kirin.

Ûşakov derbarê hevdîtina Pûtîn û Paşînyan de jî dîyar kir ku ev demeke dirêj e sîyasetmedaran hevdîtin pêk neanîne.Peywendîya kesane ya dawîn di dawîya meha kanûna 2023 a  li Sankt Pêtêrbûrgê  qewimîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button