H’emû nûçeSereke

Paşînyan nakokîyên têkildarî daxuyanîya sê alî ya 9 ê mijdarê eşkere kir

Xala 9 a ya dêklarasîya sê alî ya 9 ê mijdara  sala 2020 î ya di navbera Ermenîstanê, Adirbêcanê û Rûsyayê de qet li ser pêwendîya di navbera Adirbêcanê û Naxîcêvanê de nîne. Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, ev yek ji alîyê serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyanda li civîna çapemenîyê ya 7 ê gulanê de hatîye lidarxistin.

 “Hewl didin vê ferasetê ava bikin ku xala 9 emîn ya daxuyanîya sê alî ya 9 ê mijdarê li ser pêwendîya Adirbêcanê û Naxîcêvanê ye. Na, ne li ser wê ye. Xala 9 emîn ya daxuyanîyê li ser rakirina blokên têkilîyên aborî yên herêmê ye”.

Serokwezîr bi bîr xist ku alîyê Ermenîstanê amadebûna xwe ji bo danîna xalên kontrolê ji bo dabînkirina peywendîyên di navbera Naxîcêvanê û Adirbêcanê de nîşan daye. “Adirbêcan ji vê derfetê sûd wernagire. Herwiha dibêjin heger Ermenîstan van rêyan nede me, emê bi Komara Îranêye Îslamî re çêkin. Em dibêjin ku çawa ku Komara Îranêye Îslamî  amade ye  raber bike, em jî amade ne bi heman şêweyî raber bikin. Di xala 9 a  ya daxuyanîya sê alî ya 9 ê mijdarê de, tu îşaret, têbinî, gotinek ku serwêrî û hiqûqa Ermenîstanêye”,-serokwezîr daye kifşê.

Paşînyan li ser mijareke din ya spekûlasyonê jî, ku xala 9 a daxuyanîyê dibêje, divê welatekî sêyemîn ewlehîya rêyên li ser axa Ermenîstanê mîsoger bike, Paşînyan ev yek red kir û destnîşan kir ku daxuyanîya sê alî ya 9 ê mijdarê giştî ye û her kes dikare bixwîne

Wî her wiha îhtîmala ku beşek ji Ermenîstane ji bin kontrola dewleta Ermenîstanê dernekeve û di bin kontrola alîyekî sêyemîn de, bi taybetî Rûsyayê de be, red kir û got: “Tiştekî wiha tune”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button