H’emû nûçeSereke

Nêçîrvan Barzanî ji bo kurdên êzidî peyamek belav kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotîye: “Heta ku kurdekî êzidî yê revandî hebe dê karê me yê rizgarkirina wan berdewam bike”.

Îro salvegera 31 ê ya avakirina navenda rewşenbîrîyê ya Laleşê ye.

Nêçîrvan Barzanî bi vê wesîleyê peyameke pîrozkirinê belav kir û gotîye:

“Ez ji wan re hêvîya bipêşketin û serkeftina berdewam dixwazim.

Ez dê her tim piştevanîyê bidim da ku wekî kanîyeke sazgar ya ku diherike nav rûbarê rewşenbîrîya kurdî xizmetên xwe bidomînin”.

“Dê karê me yê rizgarkirina wan berdewam bike”.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dîyar kir ku ew dê tim piştgiriyê bide maf û xwestekên kurdên êzidî û berdewam kir:

“Heta ku kurdekî êzidî yê revandî hebe dê karê me yê rizgarkirina wan berdewam bike.

Çi li Îraqê be, çi li Herêma Kurdistanê û çi jî li cîhanê be heta ku ji destê me bê em dê xizmetê bikin ji wan re”.

Berîya êrîşa DAIŞ ê ya sala 2014 a li Şengalê 550 hezar kurdên êzidî hebûn.

Piştî êrîşa DAIŞ ê 120 hezar kurdên êzidî koçî derveyî welêt kirîye û 135 kes jî li qampên Herêma Kurdistanê ne.

Li gorî amarên ofîsa rizgarkirina kurdên êzidî, di êrişa DAIŞ ê ya 3 ê tebaxa sala  2014 a de 6 417 kurdên êzidî hatine revandin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button