Nîkol Paşînyan bi serokwezîra Danyayê re hevdîtinek pêk anîye
Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşînyan ku bi serdana xebatê li padişatîya Danîyayê ye, bi serokwezîra Danîyayê Mêttê Frêdêrîksênê re hevdîtinek pêk anîye.
Hevpeyvîn li ser mijarên têkildarî hevkarîya pirbeşeyî Ermenîstan û Danîyayê axivîn.
Mêttê Frêdêrîksên pêşwazîya serdana serokwezîrê Ermenîstanê ya Kopênhagênê kir û tekezî li ser amadebûna hukumeta bi serokatîya wî kir ji bo pêşxistin û berfirehkirina hevkarîyê li gel Ermenîstanê.
Serokwezîr Paşînyan spasîya mêvandarîya germ kir û bal kişand ser wê yekê ku ji bo pêşxistina peywendîyan gavên berdewam bên avîtin.
Li ser gelek mijarên rojeva navneteweyî û herêmî yên ku her du alî ne, fikir hatin guhêztin. Her wiha bal hat kişandin ser hevkarîya domdar ya di platformên piralî de.
Nîkol Paşînyan pêvajoya aştîyê ya navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê û rewşa niha ya herêma Kafkasîya Başûr ji muxatab re da nasîn. Serokwezîr di çarçoveya vekirina qenalên herêmî de behsa projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ya hukumeta Ersenîstanê kir.
Her wiha li ser hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê jî fikir hatin guheztin.
Nîkol Paşînyan serokwezîra Danîyayê Mêttê Frêdêrîksên vexwendîye Ermenîstanê kirîye.Xanim Frêdêrîksênê bi dilxweşî ev dawetname qebûl kirîye.