Sînorxweykirên rûs li Nêrkîn Handê çûyîn-hatinê kontrol nakin

Bi gotina serokê gundê Nêrkîn Handê, ji roja duhda sînorxweykirên rûs xetên pevgirêdana berev dikin.Hatîye dîyarkirinê,wekî ew yek bi texmîn bona derketinê tê kirinê.
Radyoya “Aza” yê daye dîyarkirinê,wekî bi kamêrayên wan hatîye dîtinê, wekî li wê qereqolê çend leşkerên rûs hebûne, yên ku îdî kontrolê mîyaser nakin.
Em bêjin, wekî sînorxweykirên rûs piştî şerê 44 roje, bi înîsîyatîya hukumata Ermenîstanê, li wir cîhwar bibûn.
Van roja berdevkê Pûtînê serok îzbat kiribû,wekî ji cêrge qezayên Ermenîstanê, bi qayîlîya dualî, wextê hevdîtina serokên Ermenîstanê û Rûsîyayê, sînorxweykirên rûs derdikevin. Bi gotina alîyê rûsa, alîyê ermenî hîvî kirîye wekî sînorxweykirên rûs li ser sînorên Tirkîyayê û Îranê bimînin.
Sêkrêtarê fraksîya “Peymana sîvîl” îzbat kiribû,wekî sînorxweykirên rûs wê ji qezayên Ermenîstanêye Gêxarkûnîkê, Syûnîkê, Tavûşê, Araratê û Vayos Zorê, usa jî ji firegeha “Zvartnos” ê derkevin.







