H’emû nûçeSereke

Pêşerojêda xebata sînorxeweykirên Rûsîyayê, ya li firegeha “Zvartnos” ê wê bê sekinandinê: Bortnîkov

Pêşeroja nêzîkda xebata sînorxeweykirên Rûsîyayê, ya li firegeha Yêrêvanêye “Zvartnos” ê wê bê sekinandinê.Derheqa wê yekêda kandîdatê serokê qulixdarîya Rûsîyayêye ewlehkarîyê, Alêksandr Bortnîkov gotîye RÎA Novostîyê.

Bi gotina wî, Yêrêvan berbirî alîyê rûsa bûye û hîvî kirîye ku komên wedelû, yên sînorxweykirên rûs bên derxistinê û birîyara wî cûreyî hatîye qebûlkirinê. “Bi wê yekêva tevayî Ermenîstanê hîvî kirîye, ku nava wê yekêda usa jî sînorxweykirên rûs, yên li firegeha “Zvartnos” ê bidine derxistinê û emê wê yekê pêşeroja nêzîkda bikin”,- Bortnîkov gotîye.

Ewî usa jî gotîye,wekî sînorxweykirên rûs li Ermenîstanê dimînin û ewê bi hîvîkirina alîyê ermenî sînorê tevî Tirkîyayê û Îranê xweykin.???

Zêdetir nîşan bide
Back to top button