H’emû nûçeSereke

Di feraseta Rojava de rizgarkirina sînor tê wateya dûrxistina parêzvanên sînor yên rûs: Gantaharyan

Dûrxistina parêzvanên sînor yên rûs ji balafirgeha Yêrêvanê ya “Zvartnos” ê û hin herêmên Komara Ermenîstanê raste-rast bi pêvajoya xêzkirinê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê Rojava encamên yekem yên dîyarkirina sînor pêşwazî dike. Pisporê navneteweyî Şahan Gantaharyan di axaftina bi Radar Armenia  re  gotîye.

Gantaharyan bal kişand ser daxuyanîya sekretarê çapemenîyê yê serokê Rûsîyayê Dmîtrî Peskov ku gotibû li ser daxwaza ermenî dê nobedarên sînor yên Rûsyayê li ser sînorên Îranê û Tirkîyayê bimînin û wiha got: “Pêskov behsa derxistina nobedarên sînor yên Rûsîyayê ji balafirgeh û herêman nake. Moskva dizane ku peymana aştîyê û vekirina sînorên hevpar yên bi Tirkîyayê re dê bi giştî leşkerên Rûsyayê vekişin. Lê ne yekser e. Moskva xwedan pêşîyên din e û naxwaze niha bikeve nav pirsgirêkên nû”,- pisporê navneteweyî gotîye.

Gantaharyan li ser van hemûyan dîyar kir ku wê di têkilîyên ermenîya-rûsa de çi geşedan biqewimin, Gantaharyan destnîşan kir ku ji bo zelalkirina cîhê xwe di nava Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv   de yan jî li derveyî wê, wê Moskva bi ûltîmatomê re biaxive. Di rastîyê de, rewşa bendewarîyê berdewam dike, û rêgezek bi ya din re destwerdanê nake.

 “Rojava wê polîtîkaya derxistina faktora Rûsyayê ya li herêmê bidomîne û di vê wateyê de Ermenîstan wek tabloya lîstikê derketîye holê.

Çavdêrên Yekîtîya  Avropayê û mîsyonên girêdayî wê bên aktîvkirin û ev hemû dê di rêgezên cîhêrengkirina hevkarîya stratêjîk ya Ermenîstanê de bên fêhmkirin û nirxandin”,-pisporê navnetweyî îzbat kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button