H’emû nûçeSereke

64 sal berê ji dayîk bû, jîyana Raîsî  di nav 5 paragrafanda

Alimê herî rêzdar yê olî yê Îranê, serokê demdirêj yê sîstêma dadwerîya Îranê, serokkomarê Îranêyî  8 emîn koça dawî kir. Li gel analîzên jêopolîtîkî, lêgerîna sûcdaran yan jî bi tesadûfî şok bûn, cîhanê dest bi belgekirina jîyana Îbrahîm Raîsî kir. Raîsî di civakeke girtî de ji dayîk bûye û mezin bûye, fikra girtîbûnê wek rastyek nayê niqaşkirin û pabendbûna bi biryara girtina civakê ya heta ku dibe bila bibe, hûrgilîyên sereke yên jîyana xwe jî veşart.

Lê di 5 paragrafan de jîyan û xebata wî bi her awayî  gengaz e.

1. Ji sêmînara olî: dadkirin û cezakirin

Xwendina Îbrahîm Raîsî ya seretayî olîye, xwendina zanîngehê hiqûqî bû. 20 salîya xwe de berê xwe da dozgerê parêzgeha Hemedanê, 29 salîya xwe de li Têhranê, 44 salîya xwe de cîgirê serokê dezgeha dadwerîyê bû û di temenê 59 salîyê de, sala 2019 a de bû serokê dezgeha dadwerîya welat. Raîsî rêzikên mezinbûna karîyêra hiyararşîk bi rengekî berbiçav digire, opozîsyona serokê welêt îdîa kir.

2.Piştî 4 salan têkçûn, serkeftineke bêhempa

Raîsî sala 2017 a de ji bo cara yekem bibe serokkomar hewldanek têkçû. Îranzan Janna Vardanyan dibêje, piştî demeke kin eşkere bû ku dê di hilbijartinên bê de ku bi ser bikeve.

“Ji xwe  sala 2021 de, pir eşkere bû ku Raîsî wê bi ser bikeve, ji ber ku hemî pergal ji bo wî amade bûn. Berî her tiştî civata pasdaran ku berbijarên serokatîyê pesend dike, namzedkirina hejmareke ji rêformxwazan pesend nekir û di nav mihafezekaran de namzed hebûn ku bi awayekî fermî beşdarbûn nîşan dabûn û armanca wan hemûyan jî ew bû ku Raîsî bibe serokkomar”.

Ev hilbijartin bi kêmtirîn asta beşdarîyê di dîroka hilbijartinên serokatîya Komara Îslamî de bû: tenê ji 48,8 selef xelqê deng dane. Lê belê, Raîsî ji hêla tevahîya baskê mûhafezekar ve hate pejirandin, têkilîyên wî yên baş bi rêberê gîyanî re hebûn, û her tişt destnîşan kir ku ew ê di hilbijartinên ku ji bo sala 2025 a hatine plan kirin wê ji nû ve bê hilbijartin.

 “Kesê ku di qada sîyasî de derket holê Raîsî bû. Wî her tişt kir ku kesatîyên rêformxwaz û nerm yên qada sîyasî, ku xwedî rabirdûyek dewlemend, ezmûn û desthilatdar jî bûn, biçûk bike”.

3.”Komîsyona mirinê”, kesên hatin kuştin yan jî bêdeng kirin

Dibe ku hemwelatîyên Îranê ji bo neçûna hilbijartinê sedemek têr hebûya. Navê berbijarê sereke Raîsî bi yek ji mijarên herî tabû yên dîroka Îranê ya piştî şoreşê ve girêdayî ye.

Sala 1988 de, Raîsî yek ji çar dadwerên ku di nav “komîsyona mirinê” de rûniştin bû. Vê komîsyonê biryara çarenûsa bi hezaran muxalîfên girtî da: piştî ku cezayê xwe di girtîgehên Îranê de derbaz kirin, wan îdam bikin. Ev înfaz tu carî bi awayekî fermî nehatin lêkolînkirin.

Di serdema Raîsî de jî darvekirina mûxalîfan hat tomarkirin. Ji ber vê yekê, wek nimûne,  sala 2020 a de, şervan Navîd Afkar, ku sala 2018 a de beşdarî protêstoyên dijî hukumetê bû û ji ber vê yekê lêborîn xwest, bi darvekirinê hate mehkûm kirin.

4.Ji Îsrayêlê dûrtir, diha nêzîkî Rûsyayê

Îbrahîm Raîsî di van salên dawî de her tim li hember Îsrayêlê û Rojavayê helwesteke tund nîşan dide. Wek mînak nîsana sala 2022 a de Raîsî hişyarî da ku Îsrayêl wê bibe hedefa artêşa Îranê di “hereke herî biçûk ya dijminane” de. Di heman salê de, piştî destpêkirina şerê Rûsyayê û Ûkraynayê, Raîsî beşdarî nêzîkbûna Têhranê û Moskvayê bû, ku bû sedema peydakirina çekên Îranê ji Rûsyayê re.

5. Piştî mirina rêberê ruhanî, eger ew zû nemira, ew ê şûna wî bigire

“Yek ji sedemên pêşdabirina Raîsî jî ew bû ku îhtîmal hebû ku wî ji bo şûna rêberê olî yê Îranê bihata çêkirin, ango Îbrahîm Reîsî yek ji berbijarên muhtemel bû ji bo rêberê olî yê pêşerojê ji ber ku hem ji alîyê mûhafezekaran ve dihat qebûlkirin”.

Raîsî adara sala 2016 a de wek serokê yek ji girîngtirîn û dewlemendtirîn bingehên olî yên Îranê hat destnîşankirin. Raîsî di heman demê de ji bo cîgirê serokê meclîsa pisporan jî hat hilbijartin, sazîya gîyanî ya ku ji 88 endaman pêk tê û berpirsîyarê hilbijartina rêberê Bilind e.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button