H’emû nûçeSereke

Şirovekirina berdevka wezîreta Ermnîstanêye karên ya derheqa encamên hemcivîna ewlehkarîya atomîda

Berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der li ser hîmê hemcivîna ewlehkarîya atomî, şirovekirin belav kirîye.

“20-21 ê gulanê li Vîênayê nava çarçoveya beşa wezîrada, ya hemcivîna ewlehkarîya atomî, elametî hatîye belavkirinê, beşdarî kîjanê bûye usa jî Ermenîstan.

Nava  encamên xebatên tevayîda, welatên beşdar cêrge pirsên girîng pêşda kişandine:

. welatên endam, tevî borcdarîyên mayîn, borcdarîyê hildidine ser xwe ku ewlehkarîya îdarên girtî û matêryalên radîyoaktîv, usa jî yên atomî xweykin û qewînkin:

. ew welat bona ewlehkarîya atomîye heyî û bûyarên ku diqewimin, gerekê navê mîyaserkira bidine dîyarkirinê:

. ew didine dîyarkirinê, wekî her êrîşeke li ser îdarên atomî, yên ku bi armanca edil tên xebitandinê, dikare ewlehkarîya atomî bike bin qezîyayê û şedetîya wê yekê hema borcdarîyên wan didin, kîjan nava birîyar û rêzolyûsîyayên konfêransa serekeda hatine dîyarkirinê.

Me pêşda elam kiribû,wekî Ararat Mîrzoyanê wezîre karên der 20 ê gulanê bi axaftin pêşda hatibû, nava kîjanêda pirsên deheqa ewlehkarîya atomîda hatibûne dîyarkirinê”,- nava têksta şirovekirinêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button