H’emû nûçeSereke

Koçberîya girseyî ya rûsan ji Tirkîyayê

Piştî destpêkirina şerê li Ûkraynayê, rûsên ku çûne Tirkîyayê, ji ber pirsgirêkên destûra rûniştinê û bankayan bi girseyî koçî welatên din dikin. Reuters ê li ser zarê daneyên fermî nivîsand ku di sala dawî de bi deh hezaran welatîyên Rûsîyayê ji Tirkîyayê derketin. Meha gulanê de hejmara rûsên ku li Tirkîyayê destûra rûniştinê girtine daket 96 hezarî.Dawîya sala 2022 a de bû 154 hezar.

Ewana ji ber zehmetîyên di wergirtina destûrê de, ku di destpêka sala 2023 a de derketibûn, neçar dimînin ku ji Tirkîyayê derkevin. Di wê demê de, rayedaran kontrolên serîlêdanê tund kirin ji ber ku pêleke koçberên ku bi şer re têkildar in, bihayên milkan bilind kirin, û xwedan xanî dest bi derxistina kirêdarên tirk kirin da ku apartmanan ji rûsan re bihatir bikin. Di encamê de 10 herêmên Antalyayê ji biyanîyan re hatin girtin. Herî kêm nirxê xanîyan jî zêde bûye, li şûna 50 hezar dolarê berê li bajarên biçûk û 75 hezar dolarî bûye 200 hezar dolar.

Sedemeke din ya reva hemwelatîyên Rûsyayê ji Tirkîyayê, zehmetîyên girêdayî pêkanîna danûstandinên bankî ne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button