H’emû nûçeSereke

Ji alîyê Adirbêcanê ve îcad û ferzkirina peyva “Korîdora Zengîzûrê” sûnî ye: endamê Kongrêsa Îspanîyayê

Van salên dawî de, li ser hewcedarîya rakirina blokên danûstandinên herêmî yên li Başûrê Kafkasîyayê gelek axaftin tê kirin.Adirbêcan ji Ermenîstanê daxwaza “Korîdora Zangezûrê” dike, lê bi destê zorê gefan dixwe. “Armênprêss” li ser mijarê tevî endamê Kongrêsa Îspanîyayê Con Înyarîtû axivîye.

Bi gotina parlamêntvan, di dîrokê de, li herêmê tenê korîdora naskirî, korîdora Laçîn bû, ku ji bo girêdana Ermenîstanê bi Arsaxê ( Qerebaxa Çîya) ve hatîye çêkirin. Korîdora Laçînê beşeke ji peymanên ku di mijdara sala 2020 a de di navbera Rûsîyayê, Ermenîstanê û Adirbêcanê de hatibûn îmzekirin bû ku bi mebesta ewlekirina derbazbûnê û rêgirtina li îzolasîyona gelê ermenî li Arsaxê.Înyarîtû tekez kir ku kiryarên Adirbêcanê yên piştî wê yekê nîşan dide ku guhnedana eşkere ya wan peymanan nîşan dide.

“Dorogirtina Korîdora Laçînê, ku bûye sedema krîzên mirovî yên girîng, birçîbûna jina, kal û pîra û zarokan û koçkirina bi destê zorê ya ermenîyan ji Arsaxê, rengekî paqijkirina etnîkî û sûcên şêr e.” Ev nêzîkatîya sar ya rêjîma Adirbêcanê eşkere dike, ku îradeya xwe bi zor û zehmetî ferz dike, ne ku pirsgirêkan bi danûstandin û dîplomasîyê çareser bike”,-Con Înyarîtû gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button