H’emû nûçe

Li Tavûşê xêzkirina sînor ji bo Bekûyê dîmeneke berfireh vekirîye:pispor

Alîyê Adirbêcanê xêzkirina sînor ya ku li herêma Tavûşê hatîye kirin, wek alîkarîyeke erênî ji bo pêvajoya asayîkirina peywendîyan dibîne. Ev daxuyanî ji alîyê wezîrê Adirbêcanêyî  karên ve hat dayîn, di esilê xwe de razîbûna Bakûyê ya ji qonaxa yekem ya dîyarkirina sînor veneşart.

Her wiha Bekûyê serdana mêdyaya Adirbêcanê bo herêmên di bin kontrola Adirbêcanê de jî organîze kir. Raporên ku di cîh de têne kirin ji bo pisporên ermenî jî matêryaleke analîzê ye.

Tiştek zêde nayê zêdekirin, di encama xêzkirina sînor de, ji bilindahîyên ku ji herêma Tavûşê ketine bin kontrola alîyê Adirbêcanê, dîmeneke berfireh ber bi alîyê Ermenîstanê ve vedibe, ku dê kiryarên dijminan pêk bîne, di rewşa êrîşkirinê de bê astenge,  azêrîzan Garnîk Davtyan dibêje.

 “Rojnameger û pisporên azêrî yên ku bi taybet derbazî herêmên ku di encama veqetandina sînor de ketine bin kontrola Adirbêcanê, dîmenên ji wê derê nîşan didin. Dema lêkolîna wan tê kirin, em dibînin ku Voskêpar, rêya Îcêvan-Hayatanê û îmkanên din xuya dikin, ku qadeke berfereh vedikin ku êrîşên leşkerî bi hêsanî û bi leztir pêk bînin. Vîdyo hene ku îzbat dikin ku piştî şerê 44 rojî îdî herêma zêde parastî ya Ermenîstanê bi tu awayî nayê parastin”.

Mêdyaya dewletê ya Adirbêcanê raporan raber dike û pisporên xwecihî dîyar dikin ku bilindahîyên ku ji herêma Tawûşê di bin kontrola Adirbêcanê de derbaz bûne, ji xwe ji bo alîyê Adirbêcanê xwedî girîngîyeke stratêjîk in.

Çapemenîya Ermenîstanê jî agahî belav kir ku niştecîhên gundê Vahan yê navçeya Çambarakê ya navçeya Gêxarkûnîkê li zevîyan lêkolînerên Adirbaycanê dîtine û texmîn kirine ku qonaxa din ya xêzkirina sînor li vê herêmê bê kirin. Midûrê îdarî yê Vahanê Arşak Mkrtçyan ev agahî derewand û ji çapemenîyê re got ku tiştekî wisa tune ye, li Çambarakê pêvajoya xêzkirina sînor dest pê nekirîye.

Lê ji bo zanyarê sîyasî Garnîk Davtyan, fikarên şênîyên gundê Vahanê tê fêmkirin. Pispor dibêje, hebûna alayên Adirêcanê li nêzîkî gundên Ermenîstanê nikare bibe sedema fikaran. Her wiha balê dikişîne ser girîngîya aborî ya rîya navdewletî li herêma Tawûşê û bal kişand ser armancên Adirbêcanê yên demdirêj.

 “Li vir alîyê aborî jî heye. Alîyê Adirêcanê dikare tedbîran bi kar bîne da ku pêvajoya guheztina kelûpelan ji Ermenîstanê bo Gurcistanê, wek nimûne, bi Adirbêcanê re  bê koordînekirin, ku dibe ku paşê û bi îhtîmaleke mezin mijara dabînkirina “Korîdora Zangezûrê” derkeve holê. Yanî alîyê Adirêcanê dê hewl bide li vir lihevkirinekê bike û bêje, heger hûn dixwazin “di ser axa min” re biçin Gurcistanê, bila rê bidin “Korîdora Zangêzûrê” vebe. Yanî ji bo vê jî şert û merc tên afirandin”.

Sîyasetzan Ara Pogosyan jî metirsîyên ji ber xêzkirina sînoran dibîne. Pêvajoya li Tavûşê kêm dibîne.

 “Piştî tawîzên wiha, helbet bêyî hebûna hêzên Adirbaycanê li ber çavan, her tevgereke mezin di nav axa Ermenîstanê de ne mimkûn e”.

Wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov jî behsa “derfetên ku ji alîyê sînoran ve tên dayîn” kir.  Ewî elam kirîye wekî xêzkirina beşeke ji sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanê û vegerandina çar gundan bo Adirbêcanê, alîkarîyeke erênî ye bo proseya asayîkirina peywendîyan.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button