H’emû nûçeSereke

Adirbaycan mîrateya ermenîyan li Qerebaxa Çîya tune dike: Eurasianet

Dîwana edaletê ya navnetewî Adirbecan mecbûr kir ku piştgirîyê bide mafê vegerê yê penaberên ermenî yên ku dema ku axa Qerebaxê ji alîyê artêşa Adirbecanê ve hatibû dagirkirin, terikandibûn. Lê heger ermenîk di dawîyê de vegere Qerabaxa Çîya, ew ê cîhên ku di dawîya sala 2023 de hiştine nas neke, Eurasianet dinivîse.

Adirbecanê ji payîza par ve ji bo ji holê rakirina mîrata ermenîyan gav avîtîye. Wêneyên nû yên satêlaytê wêrankirina berfireh ya mal, dêr û şûnwarên çandî yên niştecîhên berê yên ermenî nîşan didin.

Wêneyên satêlîtê nîşan didin ku eşyayên kesane yên di hundurê hin xanîyên ku ji bo hilweşandinê hatine plankirin bi rengekî nekoordînasyonî hatine avêtin, di hin rewşan de wekî çopê hatine hesibandin.

Meha adarê, têlêvîzyona dewletê ya Adirecanê dîmenên hilweşandina avahîya parlamentoya Komara Qerebaxa Çîya û her wiha navenda ermenî ya ji bo Şervanan nîşan da û ragîhand ku ev “avahî ne li gorî pêdivîyên mîmarî ne”.

Dêr, goristan û sembolên olî yên Ortodoks yên Ermenîstanê hedefeke din ya kiryarên wêranker yên dewleta Adirbecanê ne. Bûyerên hilweşandina avahîyên olî yên ermenîyan li Sûsîyê û Laçînê hatin belgekirin.

Her wiha peyker û abîdeyên girêdayî mîrateyên Sovyêtê û Ermenîstanê yên Qerebaxa Çîya jî hatin hilweşandin. Bi taybetî peykerê Stêpan Şahûmyan û her wiha bîrdarîyên din yên kesayetên sîyasî û leşkerî yên ermenîyan hatin rûxandin.

Wêrankirina avahîyan ji alîyê Adirbecanê ve berovajî biryara meha mijdarê ya dadgeha navneteweyî ye.

Penaberên ermenî dibêjin ku ew li bendê ne ku garantîyên ewlehîyê, û her weha hin îmtîyazên taybetî, wek jîyîna li niştecîhên kompakt û kêfê ji rengekî otonomîyê, berî ku bifikirin vegerin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button