SerekeSîyasî

Li Wanê 29 kes ji ber sûcên cuda-cuda hatin girtin

Hêzên ewlehîyê yên Wanê ji hesabê xwe yê “X” xebatên xwe yên 5 rojan parve kir. Hat ragîhandin ku nava 5 rojan de, ji bo 10 kesên tê îddakirin endamên rêxistinên neyasayî ne, pêvajoya hiqûqî dane destpêkirin.

Asayîşa Wanê ji hesabê xwe yê X ê ragîhand ku navbera 27 ê gulanê û 2 ê hezîranê de di çarçoveya opêrasyonên li Wanê hatin li darxistin , 2 jê bi gumana endamtîya PKK ê, 8 jî bi gumana endamtîya rêxistina FETO yê bi tevahî, ji bo 10 kesan pêvajoya hiqûqî dane destpêkirin.

Her wiha da zanîn, 364 kesên ku hêzên ewlekarîyê li wan digerîyan hatine girtin, 29 kesên ku sîzayê girtîgehê li wan hatîye birîn jî hatine girtin û her wiha çek, wesaît û 250 kîlo masîyên ku girtina wan qedexe ye jî hatine girtin. Her wiha 51 kîlo madeye hişbir jî hatîye girtin û kesek jî di vê çarçoveyê de hatîye binçavkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button