Xalên hevberdana berjewendîyên Yêrêvanê û Têhranê dîyar in: pisporê navneteweyî

Îran ji danîna baregehên Îsrayêlê li navçeyên xwe yên sînorî gelekî nîgeran e. Heger hîpoteza têkçûnê bê piştrastkirin, wê berpirsyarîya hevpar ya Adirbêcanê û Îsrayêlê be.
Pisporê navneteweyî Şahan Gantaharyan di axaftina xwe ya bi Radar Armenia ra gotîye.
Li gorî pisporê navneteweyî, ji alîyê din ve faktora nifûsa azerî ya Îranê heye ku Têhran jî li ber çavan digire.
Di nava kesên ku di helîkopterê de hatin kuştin walîyê Tavrîzê û nûnerê rayedar yê rêberê ruhanî yê Tavrîzê jî hene. Bi bawerîya min herduyan jî di biryara vekirina konsûlxaneya Ermenîstanê ya li Tavrîzê de rol lîstin. Ev yek raste-rast bi vekirina konsûlxaneya Îranê ya li Syûnîkê ve girêdayî ye, ku dê statûa sînorên Îranê bi Ermenîstanê re neguhere. Di vê rewşê de, di navbera berjewendîyên Têhranê û Yêrêvanê de xaleke hevgirtî heye”,- Gantaharyan gotîye.
Bi nêrîna wî ne dûr e ku xweşkirina rêyên bejayî yên kendava behra Reş geş bibe, ev jî di berjewendîya herdu welatan de ye.







