Ermenîstan di qonaxa pratîkî de ye ku beşdarî projeya bendera Çabaharê bibe

Di projeya “Xaçerêya aşîtîyê” de çûyîna Ermenîstanê ya Hindistanê û welatên kendavê rêgezên pir girîng in. Li gorî nûçeya “Armênpress”ê, alîkarê wezîrê karên der Vahan Kostanyan di civîna hevpar ya komîtêyên daîmî yên civîna hukumatê de li ser rapora salane ya “Derbarê pêkanîna byûcêya dewletê ya sala 2023 a” de gotîye.
“Ev yek jî amaje bi armanca Komara Ermenîstanê ya cudakirina bazarên me yên hinardekirinê dike, ku divê di çarçoveya Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de û di warê dabînkirina peywendîyên hîn hêsantir bi Komara Ermenîstanê re ji bo Asîya Navîn be destnîşan kirin” ,-alîkarê wezîrê karên der gotîye.
Derbarê projeya întêgrasîyonê ya bendera Çabaharê de jî Kostanyan da zanîn ku niha ew derbazî qonaxa pratîkî bûne û bi biryara serokwezîr komxebatek hatîye avakirin ku di bin serokatîya wezîrê aborîyê de ye.
“Ji alîyê sîyasî ve wezîreta karên der girîngîyeke mezin dide tevlîbûna Komara Ermenîstanê di vê projeyê de. Wê li Çabaharê gumrikeke cuda hebe yan jî divê em gumrika berê ya Hindistanê bikar bînin. Di vî warî de nîqaş tên kirin û hin lêkolîn tên kirin û dê di nava çend mehan de biryarên dawî bên dayîn”,-Kostanyan gotîye.







