Pirsên têkildarî perwerdeya hindikahîyên netewî bi nûnerên byûroya Konsêya Avropayê re hatin nîqaşkirin

Alîkara wezîrê perwerdê, zanistîyê, çandê û werzîşê Araksya Svacyan îro bi nûnerên ofîsa Konsêya Avropayê re civîya.
Di hevdîtina bi seroka beşa dijî cudakarîyê ya midûrîyeta giştî ya dêmokrasî û rûmeta mirovî ya Konsêya Avropayê Angêla Longo re, mijarên têkildarî peydakirina derfetên wekhev di pergala perwerdehîyê de û pergala perwerdehîya berfireh hatin nîqaşkirin.
Araksya Svacyan bixêrhatina mêvanan kir û destnîşan kir ku wezîretê polîtîkaya tevlêbûna gerdûnî pejirand û mijarên têkoşîna li dijî cihêkarîyê mijara bingehîn e. Di vê çarçoveyê de Araksya Svacyanê amadebûna xwe ji bo pêkanîna bernameyên hevbeş û kûrkirina hevkarîyê nîşan da.
Bi gotina cîgira wezîr, heya sala 2030 î çendîn rêgezên stratîjîk di sîstêma perwerdeyê ya Ermenîstanê de hatine dîyarkirin, ji wan jî avakirina jîngeheke perwerdehîya gerdûnî, berfireh, xwendekar navend û beşdarîyê û zêdekirina karîgerîya perwerdeyê.
Nûnerên Konsêya Avropayê ji bo pêşwazîyê sipas kirin û tekez kirin ku Ermenîstan yek ji hevkarên girîng yên Konsêya Avropayê ye û hevkarî di warê perwerdehîyê de yek ji pêşîneyên Konsêya Avropayê ye. Di gotûbêjê de, wek rêgezeke girîng ya hevkarîyê, mijara parastina zimanê hûrgelên netewî jî hat destgirtin.
Li gorî cîgirê wezîrê parastina perwerde, çandê, nasname, ziman û mafên hindikahîyên neteweyî li Ermenîstanê bi taybetî dabînkirina perwerdehîya pêşdibistanê yek ji hêmanên girîng yên plana dewletê ye ji bo pêşdabirina perwerdehîya Ermenîstanê heya sala 2030 î û yek ji armancên pêşîn damezrandina sazîyên pêşdibistanê li dibistan û civakên hûrgelên neteweyî ye.
Birêxistinkirina perwerdehîya pêşdibistanê dê ji temenek biçûk ve tevkarîya zarokan di pêvajoyên perwerdehîyê de bike. Cîgira wezîra perwerde û çandê Araksya Svacyan di çarçoveya bernameyên ji bo pêşxistina xisletên pîşeyî yên mamosteyan û bilindkirina mûçeyan de, da zanîn ku mamoste û serokên komên ku zimanên hindikahîyên neteweyî- êzdî, kurdî hîn dikin jî beşdarî pejirandina dilxwazî bibin. Di dibistanan de ji bo birêxistinkirina fêrbûna ziman hemû şert û mercên pêwîst tên dabînkirin. Li Ermenîstanê ji zarokên hûrgelên netewî re pirtûkên dersê bêpere tên dayîn.
Di hevdîtinê de her wiha alîyan bal kişandin ser girîngîya hişyarkirina mamosteyan li ser gotinên nefretê û pêkanîna perwerdeyên di vî warî de. Di bernameyên ku ji bo pêşkeftina pîşeyî ya mamosteyan armanc dikin de, Araksya Svacyan tekezî li ser hevkarîya nêzîk ya bi navenda neteweyî ya pêşkeftin û nûjenîya perwerdehîyê û navendên piştgirîya pêdagojî û psîkolojîk yên herêmî re kir.
Di hevdîtinê de mijarên din yên berjewendîya dualî jî hatin gotûbêjkirin û amadebûna xwe ji bo hevgirtinê ji bo zêdekirina têgihîştina raya giştî ya wekhevî û cihêrengîyê nîşan da.







