Yêrêvan ji Moskvayê sohbeteke rast dixwaze

Wezîreta karên der ragihand ku alîkarê wezîrê Amêrîkayêyî karên der ji bo kar û barên Avropayê û Avrasîyayê Jêym s O Brayên wê 10-12 hezîranê serdana Ermenîstanê bike. Serdana du rojî ya rayedarê amêrîkî li gorî rojeva pejirandî pir tije be. Li gel nêzîkbûna têkilîyên bi Rojava re, gotinên Moskvayê jî tûndtir dibin. Îdî ne tenê bi ragîhandinan, di heman demê de hişyarîyan jî heye. Yêrêvana fermî ji Moskvayê sohbeteke rast dixwaze û berdewam dike ku di rojeva Ermenîstanê de guherînên leşkerî-sîyasî tune ne.
Alîkarê wezîrê Amêrîkayêyî karên der Jêyms O Brayên ne bi serdaneke herêmî, lê bi serdaneke Ermenîstanê tê Yêrêvanê ku di warê sîyasî, herêmî û aborî de xwedî rojeva berfireh e.
Li gorî daxuyanîya wezîreta karên der, Cêyms O Brayên dê serokatîya civîna Capstone ya dîyaloga îtratêjîk ya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî-Ermenîstanê bike ku pêşkeftinên girîng yên di kûrkirina têkilîyên dualî de binirxîne û gavên pêşeroj binirxîne.
O Brayên wê bi karbidestên payebilind yên rêveberîyê re jî bicive ku piştgirîya Dewletên Yekbûyî ji bo “pêşxistina peymana aşîtîyê ya mayînde û bi rûmet di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de, di nav de bikaranîna danezana Alma-Atayê wek bingehek ji bo xêzkirina sînoran”. Alîkarê wezîrê karên der her wiha plan dike ku bi endamên karsazan re civînekê pêk bîne û civaka sîvîl jî tê de beşdar bibe.
Rojeva fermî ya Yêrêvanê ya rojavayî bi awayekî eşkere alîyê rûsî nîgeran dike. Di daxuyanîyeke din ya Moskvayê de tê gotin, eger Ermenîstan zanyarîyên ewlekarî yên hesas bigihîne welatên rojava, dibe ku derbeyeke bêveger li têkilîyên bi Rûsyayê re bike. Li gor cîgirê wezîrê derve yê wî welatî, Mîxaîl Galûzîn, “Gavên nefikirî yên Ermenîstanê ne tenê gefê li serwêrîya dewletê dixwe, lê dibe ku bi awayekî obyêktîv vegere bo karê hevbeş ji bo avakirina herêmeke berevanîyê ya hevbeş li gel Rûsyayê û hevpeymanên din, ne mûmkin bike”.
Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan berîya niha bersiva van daxuyanîyan dabû.
“Pêşî, ji kerema xwe dev ji tehdîdkirina me berdin, îdî bes e ku me tehdîd bike. Li ser Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv axaftin bes e. Dema behsa Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv dikin, bila bêjin ku sînorê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv ji kuderê derbas dibe û çi erkên wan hene hem wek hevkarê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv û hem jî wek alîgirê peymana Ermenîstanê û Rûsyayê. Ya duda, Ermenîstan bi tu welatekî re danûstandinan nake, li ser danîna baregeheke leşkerî yan jî tevlî tu tifaqeke stratêjîk nabe.
Di derbarê rojeva aştîyê ya serdana O Brayên ya li Ermenîstanê, di esasê xwe de hevdem e bi daxuyanîya nû ya Ermenîstanê re ku dibêje ew amade ye di nava mehekê de xebatên avaker bimeşîne û belgeyê îmze bike. Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan dibêje, wan pêşnîyarên din ji Bekûyê re şandine û li benda bersivê ne û wê demê dê dîyar bibe ku heta niha li ser kîjan mijaran lihevkirin çênebûye.
“Em gihîştin wê qonaxê ku piranîya xalên ku hem ji bo me hem jî ji bo Adirbêcanê pirsgirêk bûn, bersiva wan hene. Min di dawîya sala borî de jî got, eger îradeya sîyasî hebe dê sibê rêkeftina aştîyê bê encamdan. Lê em dibin şahîdê rewşekê ku wek nimûne alîyên civînê li ser tiştekî gotûbêj dikin, li hev dikin û piştre serokkomarê Adirbêcanê dest bi êrîşa wê proseyê dike. Min dît ku bi kesekî Xocalû re peyîvîn e. Baş e ku birêz serok behsa qirkirina Sûmgaîtê, qirkirina Bekûyê bike, divîyabû pêşî behsa wê qirkirinê bikira. Ji bo welatekî ku dixwaze COP qebûl bike, welatekî ku naxwaze ji alîyê welatên pêşketî yên cîhanê ve bê rexnekirin, divê girtîyên xwe yên şer berde, divê girtîyên xwe yên sîyasî berde. Kesê ku aştîyê dixwaze di mûzakereyan de yek tiştî diaxive û piştre torpîl diavêje”.
Li gorî Alên Sîmonyan, lê belê ev nayê wateya. Ew dibêje ku Ermenîstan dê rîya xwe ya aştîyê bidomîne, hukumet dê aştîyê bîne û hebûna sînorên zelal bîne. Li gorî serokê parlamêntê altêrnatîvek tune ye.
“Mînaka herî dawî jî gotina: “Guhertinên makeqanûnî neyên aştî pêk nayê” ye. Erka me ew e ku di paşperdeya van danûstandinên tune de, bi rojeveke rast û bi mûzakereyên rasteqîn re bikevin nava danûstandinan. Ez qebûl nakim û ji xwe tê dîtin ku bi awayekî danûstandin hene. Îro mûzakere tune. Ya girîng ew e ku em amade ne danûstandinan rast û piralî bikin. Îro her welatek pêşwazîyê li polîtîkayên welatên di nav nakokîyan de dike. Di van muzakereyan de hebûna Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê gelekî girîng e û weke garantor tevdigere”.
Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan dibêje, bi awayê, dibe ku piştî bidawîhatina peymana aştîyê gotûbêj li ser hilweşandina koma Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê bê kirin û di wê qonaxê de dibe ku hebûna komê bêwate bibe.







