H’emû nûçeSereke

Îdêolojîya, bername û pêşnîyara hejê tune: serokê parlamêntê

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan gotîye wekî nava heja “Tavûş ji bo welêt” da îdêolojîyayê, bernamê û pêşnîyarê navîne.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, Sîmonyan fikira wî cûreyî elamî rojnamevana kirîye.

“Ez difikirim,wekî ev heja destîpêbûyî ji yên mayîn cuda nabe, xêncî rêberên wan.Îdêolojîya vê hejê tune, tune bername û pêşnîyar”,- Sîmonyan gotîye.

Serokê parlamêntê daye dîyarkirinê,wekî hêzên parlamêntêye opozîsîyon 300 000 deng berev kirine.

“Dikarin bila yek sêanîya wî 300 000 î berevkin. Her meşek bi pênc-deh hezarîva kêm dibe”,- ewî gotîye û serda zêde kirîye,wekî ew dixwezin rêvanşê bona şorişa sala 2018 a mîyaesrkin.

Bi gotina serokê parlamêntê, hundurê komarêda pirsên usa tunene ku xemgînîyê pêşda bînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button