Nîkol Paşînyan serokwezîrê Fransîyayêyî berê Jan-Pîêr Rafarên qebûl kirîye

Nîkol Paşînyan serokwezîrê Fransîyayêyî berê, serokê organîzeya “Rêberên boy aşîtîyê”, Jan- Pîêr Rafarên qebûl kirîye.
Serokwezîr seredana birêz Rafarên silav kirîye.Nîkol Paşînyan guhdarîya Jan-Pîêr Rafarên, ya dora pirsên derheqa Ermenîstanê û halê li Ermenîstanê bilind qîmet kirîye. Serokwezîr derheqa dersên amadekirinêye van axirîya, yên ku bi înîsîyatîva birêz Rafarên hatine teşkîlkirinê, girîng hesab kirîye.
Jan-Pîêr Rafarên bona qebûlkirina germ sipasî elam kirîye û serda zêde kirîye, wekî berî seredana li Ermenîstanê, ew rastî serokwezîrê Fransîyayê Gabrîêl Atal hatîye, yê ku silavên germ serokwezîrra şandine.
Xêncî wan axaftina, fikir dora peymana aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda û pêvajoya dîyarkirina sînora, projeya “Xaçerêya aşîtîyê” da, çûye.







