Arayîk Harûtûynyan êrîşa li dijî sînagoga cihûya ya li Yêrêvanê şermezar kir

Êrîşa 11 ê hezîranê ya li Yêrêvanê li dijî sînagoga cihûya xemgîn e. Serokê ofîsa serokwezîrtîyê, serokê lijneya netewên kêmjimar Arayîk Harûtyûnyan di axaftina xwe ya bi “Armênprêss”ê gotîye.
“Niha karbidestên qanûnê lêkolînê dikin da ku rewşa bûyerê eşkere bikin. Rayedarên Ermenîstanê û raya giştî her doz û hewldana bîyanofobîya neteweyî û olî şermezar dikin. Atmosfêra tolerans û rêzgirtina dualî di civaka me de li hember hindikahîyên netewî serdest e. Her wiha nûnerên hindikahîyên netewî di hemû qadên jîyana giştî de cîh digirin. Em piştrast in ku hêzên înfazê dê her tiştî bikin da ku rewşên bûyera tomarkirî eşkere bikin”.
11 ê hezîranê hat ragihandin ku kesekî nenas bi kevir li pencera navenda olî ya cihûyan ya li Yêrêvanê xistîye û ew şikandîye.
Hêjayî gotinê ye ku êrîşên li ser kinîşta Yêrêvanê bi qonaxên paşerojê yên şerê hevberî yê li dijî Ermenîstanê û hewldanên “rizgarkeran” re pir hevdem pêk tên.
Em bi bîr bînin ku di 6 ê cotmehê û 15 ê mijdara sala 2023 a de jî li Yêrêvanê li dijî sînagoga cihûyan êrîşên hovane pêk hatin û wek ku me da zanîn kesê ku vandalî pêk anîye welatîyê Rûsyayê ye û hatîye Yêrêvanê, yê ku piştî qedandina wezîfeyê yekser çûye Moskvayê.







