H’emû nûçeSereke

Em ê venegerin wir: Paşînyan derbarê îhtîmala derketina ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv de

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan behsa îhtimala derketina ji  Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv kir.

Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, Paşînyan di civîna pirs û bersivan ya li parlamentê ya li gel hukumetê axivî.

Serokwezîr di deqeyan de der barê nepêkanîna erkên peymanê yên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv  de got. Derket holê ku endamên hevpeymanîyê erkên xwe yên peymanê bi cîh naynin, lê bi Adirbêcanê re li dijî me plana şer dikin”.

Paşînyan tekez kir:”Em ê derkevin. Em ê biryar bidin kengê derkevin. Em dibêjin, têra gotinê nebû? Li gorî we gava din çi ye? Ma em dikarin vegerin?”.

Serokwezîr amaje bi pirsa opozîsîyonê kir ku ew ber bi ku ve diçin û got. “Em diçin Ermenîstana rasteqîn, Komara Ermenîstanê, dewleteke serwêr, ewle, aştîyane û sînorên dîyarkirî. Û li wir, xema nekin, em ê venegerin. Em zû nabêjin ku haya we ji nişka ve nekeve”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button