H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyanê serokwezîr bersiva wê pirsê daye  ku sînorê berdaxustinên Ermenîstanê kîjane

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, wextê dayîna bersivên pirsa ewî bîr anîye,wekî sala 2018 a girêdayî pirsgirêka Qerebaxêra halekî usa pêşda hatibû wekî Ermenîstan yan gerekê berbi berdaxustina biçûya, yan jî berbi şêr biçûya.

“Wî çaxî em gerekê berbi berdaxustina biçûyana. Min ew pirs daye xwe û gotîye ku em wê yekê bikin û pêvajoya berdaxustina wê li kîderê bisekine? Min nikaribûye bersiva wê pirsê bistînim.

Niha gelo bersiva wê pirsê heye? Belê,  heye û bersiva wê pirsê ewe, wekî axa Komara Ermenîstanê 29 743 kîlomêtre.Wî çaxî meriv nikaribû bigota, ku em gerekê qayîlbin, ku Qerebax gerekê nava Adirbêcanêdabe û berdaxustin gerekê bighîjine sînorê hetanî 29 743 kîlomêtrî”,-Paşînyan gotîye.

Bi gotina wî, wî çaxî meriv  nikaribû elametîya wî cûreyî bikira.

“Min bi xwe nikaribû xwera bigota û ew yek şaşîya mine here mezine. Belê, şuxulkarê dewletê gerekê fem bikira, ku hemû tiştî gerekê hilde ser xwe. Roja îroyîn ez wê yekê dikim û gerekê wê yekê hildime ser xwe, çimkî heger hilnedim, tu kesê wê yekê neke”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button