H’emû nûçeSereke
Têksta peymana aşîtîyê îdî gihîştîye, meriv dikare bide rastkirinê û îmzeke:Paşînyan

Belê, me elam kirîye wekî em amadene nava mehekêda peymana aşîtîyê îmzekin.Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li parlamêntê gotîye rojnamevana.
“Ew yek dide kifşê,wekî bi qîmetkirina me peymana aşîtîyê îdî gihîştîye û wê dokûmêntê dikarin bidine rastkirinê, têksta dawî amadekin û li ser bingeha qayîlîyên îzbatbûyî îmzekin.
Serokê Adirbêcanê bi xwe gotîye, wekî Bekûya resmî hindava pevktinên Prahayê û dêklarasîya Alma Atayê amine.Me usa jî bi elametîyên Bryûsêlê, Soçîyê, Prahayê ew prînsîp dane dîyarkirinê”,- ewî gotîye.







