H’emû nûçeSereke

“Nostradamûsê nû” piştrast e ku derketina şerê cîhanê yê Sêyemîn tenê çend roj maye

Stêrnasê hindî ku jê re “Nostradamûsê nû” tê gotin, piştrast e ku ji destpêka þerê cîhanê yê Sêyemîn tenê çend roj maye.

Kûşal Kûmar ji The Daily Star re gotîye, “18 ê hezîrana sala 2024 a xwedan stîmûlasîyona herî bihêz ya gerstêrkê ye ku şerê cîhanê yê Sêyem dest pê dike”.

Wî ji bo piştgirîkirina îdîaya xwe çend bûyerên heyî yên xemgîn destnîşan kir.

Pêşî, Kûmar behsa êrîşa têrorîstî ya vê dawîyê li Hîmalayayê kir ku tê de neh hecîyên hindû hatin kuştin û 33 kesên din jî birîndar bûn. Li herêma bêçek ya di navbera Korêya Bakûr û Başûr de gulebaran kirin.

Sêyem, Kûmar destnîşan kir ku pevçûn li Îsrayêlê zêde bûye ji ber ku hêzên Hêzbollah li Libnanê vê dawîyê rokêt avêtîn dewleta cihû wek bersivdana kuştina fermandarekî.

Paşê wî da zanîn ku di manevrayeke nebaş de ku kirîza mûşekî ya Kûbayê tîne bîra mirov, Rûsîyayê keştîyên şer şandin Havana, di nav de keştîyeke binavokî.

Û ji bilî van hemûyan, Çînistan li peravên Tayvanê tetbîqatên leşkerî pêk tîne û dibe sedema nîgeranîya rayedarên amêrîkî.

Kûmar nivîsîye: “Sênaryoya şer ya pêşkeftî li deverên germ li çaralîyê cîhanê bi demê re kivş bikin”,-Kûmar dinivîse.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button