“Hêza duyemîn ya NATO ê derbazî Kafkasîyayê bûye” : Gantaharyan

Muxatabê Radar Armenia ê pisporê navneteweyî Şahan Gantaharyan e.
– Di van rojên dawî de, Adirbêcan Ermenîstanê bi gulebarana li ser sînor tohmetbar dike, her çend alîyê ermenî her tim ew red dike.Wateya vê çi ye, çima Adirbêcan sûcdarkirinan wiha dike?
– Ev reftareke kevneşopî ya Adirbêcanê ye, ku Ermenîstanê bêbingeh bi êrîşkara yekem yan bi binpêkirina agirbestê û niha jî bi çêkirina alozîyê li ser sînor tawanbar dike. Ev tevger dê berdewam bike. Tişta ku dike hewl dide ku alîyê ermenî sûcdar bike. Divê reftar û dîyardeyên bi vî rengî di çarçoveya giştî ya torpîlkirina pêvajoya aştîyê ji alîyê Bekûyê ve bên fêmkirin.
– Li alîyê din rayedarên payebilind yên Ermenîstanê û wezîreta karên der behsa îmzakirina peymana aştîyê di mehekê de dikin. Gelo em dikarin bêjin ku ev gulebaran redkirina nîyeta Adirbêcanê ya ji bo aştîyê ye?
– Daxuyanîyên xweşbîn û rewşa meydanî gelek caran hevdu berovajî dikin. Niha li vir wêneyek din ya wê ye. Bekû bêdawî şertên xwe yên pêşwext nû dike, paşê helwestê digire, pêşmerceke nû dîsa derdixe pêş. Dixwaze herî zêde ji vê rewşa giştî bi dest bixe. Ez difikirim ku divê gulebaran wekî beşek ji vê taktîka mûzakereyê bên fêm kirin.
– Cîgirê serokê parlamêntê Rûben Rûbînyan ragîhand ku xala kontrolê ya li ser sînorê ermenîya-tirka amade ye, Ermenîstanê hemû gav avîtine, lê ji alîyê Tirkîyayê ve ti gav nehatine dîtin, çima Tirkîya di vê mijarê de dudilî ye?
– Sînorê Ermenîstanê û Tirkîyayê yan jî bi giştî danîna peywendîyên Enqerê-Yêrêvanê bi serketina danûstandinên Ermenîstanê û Adirbêcanê ve girêdayî ye. Ev pêkhateyeke girîng ya polîtîkaya pêşmerc ya hevberdana Tirkîyayê-Adirbêcanê ye. Bi rastî, berevajî peymanê, slayt ne ji bo welatîyên welatên sêyemîn û ne jî ji bo kesên dîplomatîk nehat vekirin. Her wiha dest bi xebatên sererastkirina pira dîrokî ya Anîyê jî nekirine. Dema ku pirsgirêka ermenîya-azêrîya çareser bibe dê ev hemû dest pê bikin. Helbet Enqere û Bekû jî bi gotina çareserîyê wê fêm bikin ka çi xeyal dikin.
– Di vê çarçoveyê de ez dixwazim behsa têkilîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê bikim. Herdu jî dixwazin bi Ermenîstanê re aşîtî û pêwendîyan çêbibin? Berjewendîyên herduyan li hev dikin yan na?
– Enqere û Bekûyê bi daxuyanîya Şûşîyê re berjewendîyên xwe li hev kirin. Di dêklarasyona Şûşîyê de li ser faktora ermenîyan formûla “yek milet, du dewlet” tê bikaranîn. Di bingeh de ez difikirim ku Bekû hemû çalakîyan bi Enqereyê re koordîne dike. Û li vir divê em, bi gelemperî, rêgezek cûda bibînin. Adirbêcan girêdayîbûna xwe ya bi Tirkîyayê re kûrtir dike. Di pêrspêktîveke dûrtir de avakirina Enqereyê li Kafkasîyayê ye. Ji alîyê jêopolîtîk ve meylên derxistina Kafkasîyayê ji serdestiya Rûsîyayê gav bi gav tên objêktîfkirin.
– Di vê çarçoveyê de berjewendîyên Rûsîyayê û Tirkîyayê û herwiha Rûsîya û Adirêcanê ji bo pêkanîna aştîyê li hev dikin?
– 3+3 bi piranî ji alîyê Enqereyê ve tê namzedkirin. Rast e Îran jî para xwe digire. Ji pêrspektîveke gerdûnîtir, herêm, ku berê wekî qada bandora Rûsyayê dihat hesibandin, nuha di nav lîstikvanên sereke de perçe bûye. Û dem bi dem divê bê bibîranîn ku hêza duyemîn ya NATO ê ketîye Kafkasîyayê. NATO, ku endamên wê welatên ku sînorên Fêdêrasîyona Rûsyayê ne, di beşa Skandînavyayê de ne.







