H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê Dewleta Filistînê nas kir

Wezîreta Ermenîstanêye karên der der barê naskirina Dewleta Filistînê  daxuyanîyek daye. “Armênprêss” daxuyanîya wezîreta Ermenîstanêye karên  der  raber dike.

“Rewşa mirovî ya felaket ya li Gazayê û pevçûyîna leşkerî ya berdewam yek ji mijarên sereke yên rojeva sîyasî ya navneteweyî ye ku îro pêdivî bi çareserîyê heye. Komara Ermenîstanê bi awayekî katêgorîk armanckirina binesazîyên sîvîl, tundîya li dijî gelê sîvîl û rehîngirtin û girtina sîvîlan di dema şerê çekdarî de red dike û tevlî daxwazên civaka navneteweyî ji bo azadkirina wan bê şert û merc dibe.

Komara Ermenîstanê jî tevlî biryarên lijneya giştî ya Neteweyên Yekbûyî bû ku tê de banga agirbesta lezgîn li Gazayê kir. Her wiha Komara Ermenîstanê bi dil û can eleqedar e ku li Rojhilata Navîn aştî û aramî pêk bê, di navbera gelên cîhû û Filistînî de lihevhatineke mayînde pêk bê. Li gelek platformên navneteweyî, me hertim alîgirê çareserîyeke aştîyane û berfireh ya pirsgirêka Filistînê ye û piştgiriya prînsîpa “du dewletî” ya çareserîya nakokîyên Îsrayêlê û Filistînê dikin.

Em di wê bawerîyê danin ne ku ev yekane rê ye ku filistîn û îsrayêlî karibin daxwazên xwe yên rewa pêk bînin.

Li ser esasê van gotinan û dûbare pabendbûna xwe ya bi hiqûqa navneteweyî û prînsîpên wekhevî, serwêrî û jîyana hevbeş ya gelan re, Komara Ermenîstanê dewleta Filistînê nas dike”,- daxuyanîyê de hatîye diyarkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button