H’emû nûçeSereke

Adirbêcan axa Karvaçarê çekdar dike, wê dike platforma êrîşa li dijî  Ermenîstanê: Tatêvîk Hayrapetyan

Bakû ji Ermenîstanê daxwaz dike ku destûra bingehîn biguhere û îdîa dike ku bêyî wê ne mûmkûn e ku peymana aştîyê bê çêkirin. Ew rêfêransa Destûra Ermenîstanê ya danezana Serxwebûnê, ya ku li ser biryara “Li ser yekbûna Ermenîstana Sovyetê û Qerebaxa Çîya” hatîye binavkirin, bi pirsgirêk dibînin. Bekû li vir îdîyayên axê dibîne. Elîyêv vê dawîyê anî ziman. Çima Adirbêcan daxwazê ​​ji Ermenîstanê dike ku destûra bingehîn biguhere, eger di metna lihevkirî ya peymana aştîyê de tê gotin ku alî nikarin serî li yasayên navxweyî bidin da ku ji cî bi cîkirina peymanê dûr bikevin?

Pispora mijarên Adirbêcanê û namzeta dîrokê Tatêvîk Hayrapetyan ji Factor TV re got ku ev yek ji bo Adirbêcanê tenê hincet e ku pêvajoya îmzekirina peymanê têk bibe. “Adirbêcan bi şer pirsgirêkan çareser dike, bi sohbet û tehdîdan tawîzan distîne, piştî wê jî daxwazeke nû dike, wek mînak guhertina destûrê. Dema ku bi tehdîda hêz û têrora pisîkolojîk tawîz werdigirin, ne di berjewendîya wan de ye ku kaxezek îmze bikin. Li Adirbêcanê ji alîyê têlêvîzîyonên dewletê ve şerekî nû tê meşandin. Hayrapetyanê wiha got: “Pêwîste Elîyêv yekalî neyê qebûlkirin, ji ber ku dilgeş dibe û îmzekirina peymanê têk dibe, tu eleqeya wî bi îmzekirina kaxezekê nîne.

Herî dawî wezîreta parastinê ya Adirbêcanê bi awayekî rêkûpêk agahîyê belav dike ku tê îdîakirin ku  Ermenîstanê rêjîma agirbestê binpê kirîye. Him Ermenîstan û hem jî Yekîtîya Avropayê vê yekê red dikin. Paşînyan ji Bekûyê re pêşnîyar kir ku mêxanîzmeke dualî ji bo lêkolînkirina binpêkirina agirbestê bê avakirin. Di peyama alîyên ermenî de wiha hat gotin: “Karmendên serokwezîrê Ermenîstanê pêşnîyar dikin ku mêxanîzma navborî dest pê bike”.

Di heman demê de  sêkrêtarê  Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Êntonî Blînkên bang li serokkomarê Adirbêcanê Îlham  Elîyêv kir ku demildest bi Ermenîstanê re peymana aştîyê îmze bike. Di peywendîya têlêfonê de pêvajoya çareserîyê ya Ermenîstanê û Adirbêcanê hat gotûbêjkirin. Di daxuyanîyê de hat gotin: “Sêkrêtarê  Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî dubare kir ku Amêrîka pabend e bi piştgirîkirina danûstandinên zêdetir bi her awayî ku ji bo alîyan sûdmend be”. Blînkên tekez kir ku Dewletên Amêrîkyayêye Yekbûyî ji bo serkeftina COP29 pabend e. Wî daxwaz kir ku peywendîyên dualî di navbera Amêrîkayê û Adirbncanê de bên nûkirin û xurtkirin. Pisporê Adirbêcanê gotinên gefxwarinê yên li dijî Rûsîyayê û Adirbêcan, Fransîyayê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî jî bi bîr dixe.

 “Piştî banga Blînkên ji Elîyêv re, çapemenîya Adirbêcanê dest bi gefên şer kirin, ji Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî re dibêjin ku li vir tu karê wan tune. Û eger Waşîngton vê qaîdeya lîstikê qebûl bike, ev nayê qebûlkirin. Heya ku Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Adirbêcanê ceza neke, wê hesabê wê neke. Elîyêv ji bo cîhanê mînek xeter datîne, bi şer pirsgirêkan çareser dike, divê Dewletên Yekbûyî vê qebûl neke. Tatêvîk Hayrapetyan dibêje: “Adirbêcan herêma Karvaçarê çekdar dike, wê dike platforma êrîşa li dijî  Ermenîstanê tawîzên yekalî xeternak in”.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button