H’emû nûçeSereke

Di şerê li dijî Qerebaxa Çîya û Ermenîstanê da çekên îsrayêlî hatine bikaranîn: Blankspot:

Di serê meha gulanê de Tirkîyayê êmbargoya bazirganîyê ya sê mehan li dijî Îsraîlê sepand. Bi awayekî fermî, ev protêstoyek li dijî şerê Îsrayêlê yê li Gazayê ye, lê pispor di wê bawerîyê de ne ku mebestên sîyasî yên navxweyî jî li pişt wê hene. Rojnameya swêdî Blankspot li ser vê yekê dinivîse.

Ji dema êmbargoyê vir ve, bazirganî bi rêya welatên din ve hatîye veguhestin.

Rêvebirên gumrikê yên Îsrayêlê û Tirkîyayê di derbarê gera kelûpelên di navbera welatan de reqemên cuda tomar kirin. Li gel ku rayedarên tirk di wê bawerîyê de ne ku hinardekirin bi 99  selef kêm bûye, alîyê Îsrayêlê jî 69 selef kêm bûye. Çavdêrîya Rojhilata Navîn nîşan dide ku bazirganî bi giranî bi rîya Yûnanîstanê dihat kirin.

Têkilîyên Îsrayêlê-Tirkîyayê tevlîhev in û bi salan e hatine qerimandin û çareserkirin. Kirîza dawî ya dîplomatîk bi fermî ji alîyê serokkomarê Tirkîyayê Recep Tayîp Êrdogan ve wek nîşanek li dijî tawanên cengê yên li  Gazayê, ku wî wek jênosîd binav kir, hat ragîhandin. Lê analîstên tirk di wê bawerîyê de ne ku li pişt vê gotinê mebestên sîyasî yên navxweyî jî hene.

Ev yek jî ji ber wê yekê ye ku Tirkîya di nava krîzeke aborî ya kûr û çend salan de ye, ku hukumet nikare vê kirîzê derbaz bike. Partîya desthilatdar hem di hilbijartinên parlamêntoyê yên di gulana 2023 a de û hem jî di hilbijartinên şaredarîyan de ku di bihara sala 2024 a de pêk hatin de piştgirî winda kir.

Yek ji armancên tedbîrên tundtir yên li dijî Îsrayêlê  ew e ku ji alîyekê ve hêrsa li dijî hukumetê bê sekinandin, ji ber ku di şer de bi fermî piştgirîya Filistînê dike, ji alîyê din ve jî berdewamkirina bazirganîya bi Îsrayêlê re.

Rewş ji ber wê yekê aloztir dibe ku Adirbêcan hîna jî destûr heye ku benderên Tirkîyayê ji bo hinardekirina nefta Îsrayêlê bikar bîne. Ev zêdetirî mehekê bû sedema xwepêşandanên xwendekaran li dijî şîrketa pêtrolê ya dewleta Adirbêcanêye Socar li Stenbolê. Di nav tiştên din de çalakvanan dîwar boyax kirin da ku nîşan bidin ku Adirbêcan hevparê kuştina sîvîlan e.

Nefta Adirbêcanê bi 40 selefî ji xerckirina Îsrayêlê pêk tê û tê gotin ku di şerê Gazayê de roleke girîng dilîze. Bi heman awayî, Îsrayêl yek ji mezintirîn hinardekarên çekên têknolojîya bilind bo Adirbêcanê ye. Di şerê li dijî Qerebaxa Çîya û Ermenîstanê de çekên îsrayêlî hatin bikaranîn.

Xeta borîya pêtrolê ya ji Bekûya Adirbaycanê ber bi bajarê bendera Ceyhanê li Tirkîyayê di destpêka salên 2000 î de bi dawî bû û ji bo aborîya welatê berhemhênerê pêtrolê girîng tê dîtin.

Zanyarê sîyasî yê Adirbêcanê Bahrûz Semedov, dubendîya hevalbendîya nêzîk ya Adirbêcanê bi îsrayêl û Tirkîya re vegot. Di dema ku civaka Tirkîyayê Îsrayêl rexne dike, sîyaseta azêrî ber bi rîyeke din ve diçe.

Galîya Lîndênştraûs, analîsta înstîtûta lêkolînên ewlekarîya neteweyî li Têl Avîvê, ji kovara fransî RFI re got ku berdewamîya hinartina pêtrolê ya Adirbêcanê aramîya têkilîyên nêzîk nîşan dide.

 “Adirbêcanê hêj hinardekirina pêtrolê ji bo Îsrayêlê ranewestandîye. Berevajî vê, wekî her carê berdewam dike û ev yek carek din rastîya pêbawerîya Adirbêcanê û şirîkê rastîn yê Îsrayêlê ye”,- Galîya Lîndênştraûsê daye kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button