H’emû nûçeSereke

Sala 2024 a, mezinbûna aborîya Ermenîstanê wê di asta 6 selefî de  bimîne: fona diravî ya navneteweyî

Hêza mezinbûna aborî ya Ermenîstanê  sala 2023 a de berdewam kir, digel ku aborî  bi 8,7 selefî mezin bû, ku ji hêla astên bihêz yên xerckirina taybet, bazirganî û veberhênanê ve tê piştgirî kirin.

Înflasîyon di meha nîsanê de li gorî heman heyama sala borî bi awayekî berçav kêm bû û bû -0,7 selef, ku bi giranî ji ber kêmbûna bihayên berhemên xurekên bingehîn yên cîhanî û navxwe û bilindbûna dram e.

Tê payîn ku mezinbûn hêdî bibe lê di sala 2024 a 6 selef domdar bimîne, ji ber xerckirin û lêçûnên hukumetê, fona pereyan ya navneteweyî di raporekê de got.

Tê payîn ku înflasyon di nîvê duyemîn ya salê de lez bibe. Rîsk ji ber tengezarîyên jêopolîtîk û herêmî, hêdîbûna potansîyela aborî ya li hevkarên sereke yên bazirganiyê, û kêmkirina bazirganî û derketina sermayê zêde dibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button