H’emû nûçeSport

Werzişvanê ji Sêvanê Varazdat  Hakobyan rêkora nû ya cîhanê û rêkora mutleq tomar kirîye

Varazdat Hakobyan, binelîyê bajarê Sêvana herêma Gêxarkûnîkê, çêmpîyonê cîhanê, çêmpîyonê piralî mamosteyê werzîşa Ermenîstanê û  navneteweyî, endamê meclîsa civakê, rêkorda nû ava kir.

Li gora nûçeya “Armênpress”ê Varazdat Hakobyan, li balafirgeha Zvartnotsê balafira Boeing 737-500 ya şîrketa asmanî ya “Şirak Avia”, ku giranîya wê 40 ton bû, bi dirêjahiya 1 m 87 cm bi destên xwe ve girêdayî di 15 sanîyeyan de bi benekê veguhast.

Berê jî Varazdat bi birina 4 vagonên barhilgir bi giranîya giştî 84 ton rêkoreke din tomar kiribû.

Vardan Tovmasyan piştrast kir: “Helbet, ev qeyda yekem bû li Komara Ermenîstanê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button