H’emû nûçeSereke
Ji bo hevkarîya leşkerî ya bi Ermenîstanê re tu asteng tune: karbidestê hindî

Armenîstan yek ji welatên dostê me yên baş e, û tu sînordarîyek li ser hevkarîyê tune ye, cîgirê sêkrêtarê wezîreta hilberîna parastinê ya wezîreta parastinê ya Hindistanê Anûrag Baîpaîtê di civînekê de bi rojnamevanên ku di çarçoveya serdaneke naskirî de serdana Nyû Dêlîyê bersiva pirsa News.am ê da û li ser pêrspêktîvên kûrkirina hevkarîyên di warê leşkerî de axivî.
“Îxracata her çekî, çi bo Ermenîstanê û çi jî welatekî din, her tim li gorî şert û mercên sêrtîfîkaya bikarhênerê dawî ye bi vê yekê re, welatê îtxalkar dike ku çekên bidestxistî tenê di nav axa xwe de bikar bîne. Di hevkarîyê de tu sînordar tune, heger hewce be ew dikare bê berfireh kirin”,- karbidestê hindî encam da.







