H’emû nûçeSereke

Welatekî ewle bi dîrok û kevneşopîyên dewlemend: rêfêransa kovara navdar ya îtalî

Komîtêya tûrîzmê ya Ermenîstanê radigîhîne ku kovara navdar ya îtalî Vanity Fair Italytalya nûçeyek derbarê Ermenîstanê de girt.

Rojnamegerên îtalî dîtinên xwe yên ji seredana Ermenîstanê parve kirin û dîyar kirin ku ew welatekî ewle û xwedî dîrok û kevneşopîyên dewlemend e, ku zêdetir bala tûrîstan heq dike.

Gava ku em têne cîhek nû, dûrî malê, ji çanda xwe, yekem tiştê ku em bi gelemperî bala xwe didin cudahîyan ev in: nîşanên ku bi alfabeyek cuda hatine nivîsandin, rengê çerm ji ya me siviktir yan tarîtir, germahîya domdar, yan jî gelek tiştên din. Her ku dem derbas dibe û em kûrtir dibin, cudahî kêm dibin û cewhera mekan derdixin holê. Di gera min ya Ermenîstanê de jî wisa bû.

Gava ez bi şev hatim, yekem tiştê ku bala min kişand nivîsandina bi alfabeyê bû ku min berê qet nedîtibû. Li Ermenîstanê bi zimanekî bi esilê xwe hind-avropî dipeyîvin, ku tu eleqeya wî bi zimanên din re nîne. Ev alfabe di sala 405 an de ji alîyê Mêsrop Maşots ve hatîye çêkirin û di warê dengan de yek ji wan yên herî temam xuya dike, lema hînbûna zimanên din ji bo ermenîyan pir hêsan e. Bi rastî, di rojên pêş de ez pê dihesim ku piranîya kesên ku ez pê re dibînim bi kêmanî bi sê zimanan diaxivin: ermenî, rûsî û paşê îngilîzî, fransî, farisî yan jî îtalî.

Ermenîstan wek dergûşa Xirîstîyantîyê tê zanîn ji ber ku ew welatê yekem bû ku Xirîstîyanî wek oleke dewletê destnîşan kir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button