H’emû nûçeSereke
Armanca Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî heye ku Ermenîtstanê û Adirbêcanê teglîfî merasîma NATO ê bike

Admînîstrasîya Baydên têra dibîne tevî hevkarên xweye mayîn, Adirbêcanê û Ermenîstanê teglîfî merasîma NATO ê ye hevkarîyê bike, ya ku wê li Waşîngtonê pêk bê.Li wir mecalê hebe, pirsên hevkarîya herêmî, usa jî yên derheqa qayîlnivîsara aşîtîyêda gotûbêj bikin.Derheqa wê yekêda ajansa Adirbêcanêye “Tûran” ê elam kirîye.
“Nenihêrî wê yekê wekî teglîfname hatine şandinê, yan jî hatine qebûlkirinê, li Waşîngtonê difikirin, wekî hevdîtina rêberên NATO ê ye pêşerojê wê bibe mecaleke baş”,- kanîke înformasîyon elam kirîye.







