H’emû nûçeSereke
Ararat Mîrzoyan rastî wezîrê Ûkraînayêyî karên der Dmîtro Kûlêba hatîye

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî wezîrê Ûkraînayêyî karên der Dmîtro Kûlêba hatîye.Hevdîtin nava çarçoveya forûma Dûbrovnîkê pêk hatîye.
Wextê hevdîtinê, pirsên derheqa dîyaloga sîyasîye dualîda hatine gotûbêjkirinê.Nava vê hemtêkstêda şêwirdarîyên sîyasîye li Kîyêvê pêkhatî û hevdîtinên formatên cûre-cûre girîng hatine hesabkirinê.
Fikir dora hevkarîya tevî Yekîtîya Avropayê hatine pevguhartinê.Xeberdan usa jî derheqa têmayên herêmîda çûye.
Wezîrê Ermenîsîanêyî karên der halê ewlehkarîya li Kafkasîya Başûr raber kirîye. Mîrzoyanê wezîr derheqa pêvajoyên van axirîyaye girêdayî pêwandîyên tevî Adirbêcanêra xeberdaye û derheqa girîngîya morkirina peymana aşîtîyêda daye dîyarkirinê.







