Moskva bi hezaran koçberan dişîne enîyê: îstîxbarata Brîtanîyayê

Moskva bi hezaran koçberên ji Asyaya Navîn dişîne şerê bi Ûkraynayê re, ji bo ku zêdetir kesên aktîv yên sîyasî dernekevin enîyê.Derheqa wê yekêda wezîreta parastinê ya Brîtanya Mezin li ser mîkrobloga X ê ragîhand.
Li gor kurtenivîsê, serokê komîtêya lêkolînê ya Rûsîyayê Alêksandr Bastrîkîn di korbenda navneteweyî ya yasayî ya Sankt Pêtêrbûrgê de ragîhand ku rayedarên rûsî 30 hezar koçber dîtine ku vê dawîyê bûne hemwelatîyên Rûsîyayê û di nav artêşê de nehatine tomarkirin.
Bastrîkîn her wiha pesinê xwe da ku 10 000 ji koçberan şandine Ûkraînayê.Wî îdîa kir ku ev koçber wê xendeqan bikolin û karên cuda li piştê bikin.
Li gorî îstîxbarata brîtanî, mêdyaya serbixwe ya rûsî pêştira ragihandibû ku hêzên ewlekarî kampanyek çewsandina qanûnî li dijî koçberan, bi taybetî yên ji Asyaya Navîn dikin, bi mebesta ku wan neçar bikin ku beşdarî artêşa Rûsîyayê bibin di berdêla hemwelatîbûnê de yan jî xwe ji desteserkirinê dûr bixin.
“Xuya ye ku ev rêyeke din ya jêhatî ye ji bo zêdekirina leşkerkirinê dema ku hewl dide bandorê li ser beşên sîyasî yên çalaktir yên nifûsa Rûsîyayê bisînor bike”,-wezîreta berevanîyê ya Brîtanyayê dibêje.
Em bînin bîra xwe ku Krêml hewl dide ku ji pêla duyemîn ya seferberîya leşkerî ya ne popûler dûr bixe. Leşkerkirina 300 000 rûsa îlona sala 2022 a bû sedema panîkê û gelek kes neçar kirin ku ji welêt birevin. Li şûna vê desthilatdarî bi pereyan hewl dide mirovan bikişîne leşkerîyê. Di heman demê de, Moskva hewl dide ku koçberan neçar bike ku li Ûkraynayê şer bikin.







