Tata, “Ladaniva” û koma ermenîya-gurca ji bo “Fêstîvar” ê: rojên cejinê eyanin

Fêstîvala tûrîstî-mûzîkê “Fêstîvar” vedigere: ewê ji niha û pê ve bibe salane. Îsal “Fêstîvar” wê dîsa li 3 bajaran: Gumirîyê, Îcêvanê û Yêxêgnazorê bên lidarxistin.
Li gorî rapora “Armênpress”ê, yekemîn konsêra fêstîvala ku ji alîyê wezîreta perwerdê, zanistîyê, çandê û şîrketa têlêvîzîyona giştî ve tê organîzekirin, 27 ê tîrmehê li meydana Gumirîyêye Vardanans bê lidarxistin û li kîderê hunermêndê Ermenîstanêyî rûmet Tata Sîmonyan wê pêşda bê.
10 ê tebaxê li Îcêvanê bernameya konserê ya ermenîya-gurca tê plankirin. Û konsêra sêyem jî wê 24 ê tebaxê de li Yêxêgnazorê pêk bê û tê de koma “Ladaniva” ku nûnertîya Ermenîstanê di “Eurovision 2024” de dike dê derkeve ser dikê.
Di civîna çapemenîyê ya ku ji bo festîvalê hat dayîn, wezîra Ermenîstanêye perwerdê, zanistîyê, çandê û werzişê Janna Andrêasyanê bi kêfxweşî dîyar kir ku di nav wan de tûrîst jî di nav de zêdetirî 50 000 kes beşdarî bernameya ku par hat lidarxistin bûn. Li gorî wê, “Fêstîvar” zindîbûneke mezin ya geştîyarîyê ji bo civakan anî: otêl û mêvanxane di wan rojan de hejmareke nedîtî ya mêvanan tomar kirin.
“Wezîreta perwerdê, zanistîyê, çandê û werzişê li gel şîrketa têlêvîzyona giştî bi armanca geşkirina geştîyarîyê, tevkarîyê li nemerkezîkirina jîyana çandî, popûlerkirina li 3 herêman di havîna sala 2023 a de li 3 herêman festîvala mûzîk-tûrîstî ya “Fêstîvar” li dar xist, çalakîyên hunermendên herêmî û aborîyên civaka biçûk. Ev nîşan dide ku berdewamkirina bernameyê çiqas girîng e, ji ber vê yekê me biryar da ku em wê salane bikin. Di mijara hilbijartina bajaran de jî em hewl didin erdnîgarîyê heta ku ji dest tê berfireh bikin û wan bajarên ku zêde çalakîyên geştyarî lê nîn in têxin nav xwe”.
Rêvebirê têlêvîzîyona giştî Hovhannês Movsîsyan, behsa encamên fêstîvala tûrîstî-mûzîkê ya “Fêstîvar” ya sala borî kir û dîyar kir ku zêdetirî 2 dehan hunermend û kom beşdarî konserên mezin yên ku li Vanazorê, Gavarê û Sîsîyanê hatin lidarxistin, bûn.
“Berî konseran fûarên berhemên herêmî hatin lidarxistin. 91 karsaz li 3 bajaran firsendeke bêpere bi dest xistin ku hilber û karûbarên xwe pêşkêş bikin, di rojekê de rêjeyek rêkor ya firotanê tomar bikin. Bi înîsîyatîva têlêvîzyona giştî ji bo her herêmekê bi sê zimanan broşyûrên agahdarî yên li ser dîmen û herêmê hatin çapkirin. Ew ê îsal jî bên lidarxistin, da ku mêvanên me bi rêya vê pirtûkê bi temamî xwe bi seyrangeh, kafe û xwaringehan û agahiyên din yên pêwîst nas bikin”.
Li gor Movsîsyan, gelek hunermendan bixwe jî daxwaza xwe ya pêşkêşkirina fêstîvalê anîne ziman, ji ber ku ew pir girîngîyê didin tiştê ku proje dibêje, ku çalakîyên weha mezin tenê li Yêrêvanê neyên lidarxistin.







