Bekû ji bo îmzekirina peymana aştîyê astengîyên çêkirî derdixe: Mîrzoyan

Bekû ji bo peymana aştîyê astengîyên çêkirî derdixe. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bi hevalkarê xwe yê Gurcistanê re li Tibîlîsîyê di civîna çapemenîyê ya hevpar de gotîye.
Wezîr spasîya alîyê Gurcistanê kir ku piştgirîya normalkirina peywendîyên bi Adirbêcanê re kirîye.
Mîrzoyan bal kişand ser girîngîya destpêkirin û domandina pêvajoya sînordarkirina navbera Ermenîstanê-Adirbêcanê û da zanîn ku ev pêvajoya li ser esasê dêklarasîyona Alma Atayê didome.
“Em girîngîyeke mezin didin berdewamîya pêvajoyê. Amadekirina peymana aştîyê bi awayekî paralel didome, Ermenîstan jî li vir di nava helwesteke pir avaker de ye. Em hêvîdar in û rêalîst dibînin û min bi xwe jî got ku di nava mehekê de, bi xebateke giran dibe ku amadekarî bi dawî bibe û bi Adirbêcanê re peymana aştîyê bê îmzekirin. Ez nikarim bêjim ku pêşnûmeyê bersiveke erênî wergirt, berovajî, em astengîyên nû û çêkirî yên astengkirina pêvajoyê dibînin, lê em di wê bawerîyê de nin ku bi rastî ji bo aştîya demdirêj li herêmê derfetek dîrokî heye”,-Mîrzoyan gotîye.
Em bi bîr bînin ku serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv ragihandibû ku peymana aştîyê tenê bi guhertina qanûnî, berî her tiştî Destûra Komara Ermenîstanê pêkan e.







