Rûsîyayê 34 zarok ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerandin

Rûsîyayê 20 zarokên welatiîyên xwe yên ku li kampên li Rojavayê Kurdistanê diman, vegerandin Moskvayê.
Li gorî daxuyaniya ofîsa ragihandinê ya komîsera mafên zarokan ya Rûsîyayê Marîa Lvova Bêlovayê, 20 zarokên malbatên DAIŞ ê ku li kampa Holê diman, bo Rûsîyayê hatin vegerandin.
Daxuyanîyê dîyar kir jî, temenê wan zarokan di navbera 5 û 15 salî de ne û hin ji wan li axa Sûrîyayê ji dayîk bûne.
Zarokên ku hatine vegerandin, wê li navendeke Mosvayê venihêrîna bijîşkî û rehabîlîtasîyona civakî derbaz bikin, berî ku bi xizmên xwe re bijîn, ku dê bi wan re di bin çavdêrîyê de bijîn.
Bi hezaran malbatên DAIŞ ê li kampên Rojavayê Kurdistanê hene, rêveberîya xweser jî dibêje, pirsa van malbatan, pêwîstî bi destêwerdaneke navdewletî heye û bang li welatên cîhanê dike, ta ku welatîyên xwe ji kampan werbigirin.







