Di navbera Fransîyayê û Adirbêcanêda xwîn heye: Makronê wê yekê bîr neke: Armên Hovhannîsyan

Nava deşta Ermenîstanêye sîyasîda roja îroyîn du rojev hene: bi dûrxistina Paşînyan “Welêt ji tunebûnê xilazkin” û bona endamtîya nava Yekîtîya Avropayêda rêfêrêndûmê derbazkin, rojeva xilazkirina welêt opozîsîya parlamêntêye û Bagrat Galstanyane.Rojeva duem platforma hêzên dêmokratîk anîye meydanê.Derheqa wê yekêda Armên Hovhannîsyanê şiroçî gotîye. Ew dibêje wekî avroîntêgrêsîya Ermenîstanê gerekê hukumata Paşînyanva nedine girêdanê û heger ew bê guhartinê jî rojev gerekê çawa ya wedê niha bimîne: “Avroîntêgrasîya Ermenîstanê şexsê Paşînyanva girêdayî nîne, lê ew gerekê bibe xeta Ermenîstanêye stratêcî, çimkî piranîya cimetê bona wê yekê amadeye.Adirbêcan bi sîlihên Rûsîyayê bi hezara leşkerên ermenî kuştine, rûsa piştgirîya dijminên Ermenîstanê kirîye. Rûsîyayê li ber Tirkîyayê û Adirbêcanê borcdarî hildaye ser xwe ku Ermenîstanê ewqas wextê neparêze, ku tu serokekî Ermenîstanê li ber gefxwerinên azêrîya ber xwe nede”,-şiroçî gotîye.







