H’emû nûçeSereke
Serokê Îranê elam kirîye,wekî welatê wî berbi sîlihê atomî nacedîne

Nava miqala xweda serokê Îranêyî ji nûva hilbijartî usa jî derheqa wê yekêda nivîsîye û ew yek înkar kirîye ku Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û tifaqdarên wê Îranê gunehkar dikin, ku ew dixweze sîliha atomî çêke.
“Minê bixwesta bigota,wekî çêkirina sîliha atomî nakeve nava doktrîna Îranêye parastinê.Ez bangî Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî dikim ku dersa ji şaşîyên berê hildin û bi cûrê anegor sîyaseta xwe rastkin”,- serokê Îranê daye dîyarkirinê.
Ewî guhdarî teglîfî ser wê yekê kirîye,wekî hema Amêrîka ji bernama atomî derketîye û sanksîyayên yekalî bona Îranê pêşda kişandîye, yên ku zîyana bi seda mîlîarda dolara dane êkonomîka Îranê.







