Pêşnûmeya li ser hindikahîyên neteweyî di navbera rayedarên dewletê û sûdmendan de hat nîqaşkirin

Bin serokatîya alîkarê wezîrê dadê Karên Karapêtyan û alîkarê serokê lijneya daîmî ya parastina mafên mirovan û kar û barên gel ya miclîsa neteweyî ya Ermenîstanê Rostem Bakoyan de, li ser qanûna “Kêmarên netewî” nîqaşa xebatê hat kirin.
Alîkarê wezîr bi xêrhatina amadebûyan kir, xebatên ku li ser amadekirina pêşnûmeya “Qanûna kêmarên netewî” tên kirin raber kir û destnîşan kir ku ew bi mebesta danîna garantîyên qanûnî ji bo bidestxistina mafên hûrgelên neteweyî ye. Alîkarê wezîr her wiha bal kişand ser girîngiya diyaloga li gel miclîsa neteweyî ya Ermenîstanê ji bo pêşdebirina projeyê.
Rostem Bakoyan bal kişand ser girîngîya hevkarîya nêzîk ya di navbera rêveberî û yasadanînê de di warê parastina mafên mirovan de û spasîya hevkariya bi bandor ya wezîreta dadê kir.
Di nîqaşê de şêwirmendên midûrîyeta giştî ya dêmokrasî û rûmeta mirovan ya konseya Avropayê der barê pêşnûmeya qanûnê de nêrîna hevpar ya komîsyona Vênêtîkê û midûrîyeta giştî ya konsêya Avropayê raber kirin û her wiha bersiv dan pirsên têkildarî mijarê.
Parlamenterên miclîsa netewî, nûnerên karmendan û beşdarên din jî li ser pêşnûmeya qanûnê nêrînên xwe raber kirin. Di dawîya çalakîyê de pêşnîyarên li ser pêşnûmeya qanûnê hatin nirxandin û gavên din hatin dîyarkirin.







