H’emû nûçeSereke

Mistral sîstemên mezîla kurt in, û wê hingê divê yên dirêjtir jî hebin: Grêsêl

“Mîstralên” fransî sîstemên mezîla kin in, wê demê divê sîstemên mezîla dirêjtir jî hebin, ev destpêkek e û, bê guman, xebata li ser peydakirina van pergalan berdewam dike. Projeya “Avropa berfireh” di hevpeyvînekê de bi “Azadî” e ra ,- Gustav Gresel, lêkolînerê polîtîkayên bilind yê siyaseta bilind, gotîye.

Û çawa wan sîstêman bikar bînin, li gor pisporê, kar ji bo amadekirina leşkerên ermenî tê kirin.

 “Ev di wateya doktrînal de destpêka rojavabûnê ye. Derfeta we heye ku hûn bi efserên fransî re têkilî daynin, leşkerên ermenî têne perwerde kirin, fêr dibin ku dê artêşa Rojavayê çawa şer bike. Û ew ê pêşbîniya kiryarên Ermenîstanê jî biguherîne,” Gressel gotîye, zelal kir: -“Pirsgirêk ji aliyê operasîyonên taktîkî ve ew e ku, helbet, Adirbecanê bi zanîna şêwaza şer ya Sovyetê, di şerê berê de pir baş pêşbînî dikir ku efserên ermenî dê di vê yan wê rewşê de çi bikin û çi nekin. Û vê pêşbîniyê jî alîkariya wan kir ku çalakiyên xwe plansaz bikin, yên ku, bê guman, di wê demê de pir serketî bûn.

Û heger hûn bi awayekî din şer bikin, dijmin nikare wekî ku amade dike dema ku ew baş dizane ku dê li aliyê din çi bibe. Û divê surprîz û bêewlehiya aliyê din jî wek rêgir neyê nirxandin”.

Gêsêl her wiha da zanîn ku di payîza sala borî de Ermenistanê dronên tucarî bi dest xistine, ku aliyê ermenî kêm û zêde li navçeyên sînorî bi awayekî serkeftî bikar anîne.

“Ev bi giranî quadkopter û oktokopterên wênekêşana termal yên bazirganî ne ku ji bo çavdêrîkirina sînor û peydakirina cihên top û hawanê têne bikar anîn. Ji ber vê yekê ew bê guman tiştek e ku pir caran li Ukraînayê tê kirin, û ew jî niha li Myanmayê, li Komara Afrîkaya Navîn tê kirin. Li gelek welatan, di gelek şeran de, hûn karanîna van dronên bazirganî dibînin, û Ermenistan jî niha ne îstîsna ye. Di heman demê de, bê guman, aliyên din wan bikar tîne: “Gêsêl gotîye, û destnîşan kir ku ew pir bikêr in”.

Ermenîstan û Fransîyayê  cotmeha sala borî de di warê leşkerî de peymanên hevkariyê îmze kiribûn, ku divê Fransîya radar û mûşekan, şîretan li ser reformên artêşê bide Ermenîstanê.

Yêrêvanê ragihand ku piştî îmzekirina peymana aştiyê, bêyî ku rewşa ewlehiyê hebe wê kirîna çekên parastinê bidomînin. Di 23 ê sibatê de, Ermenîstanê parê yekem ji alavên parastinê wergirt.

Ev hevkariya Yêrêvan û Parîzê nerazîbûna Adirbêcanê derxist holê û aloziya di navbera Bêkûya fermî û Parîzê de zêdetir kir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button