H’emû nûçeSereke

Normalbûna pêwandîyên tevî Tirkîyayê wê li ser herêmê tehsîra baş bihêle: Mîrzoyan

Ermenîstan bi zelalî ketîye nava pêvajoya aşîtîya tevî Adirbêcanê û îzbatkirina pêwandîyên dewletê, ya li ser bingeha naskirina yekîtîya axa hevdu û dêklarasîya Alma Atayêye sala 1991 ê. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li Nyû Yorkê elam kirîye.

Ewî gotîye: “Vekirina rêyên herêmêye transportê dikeve nava wê pêvajoyê, ya ku li ser bingeha serbixwetî û wekehevtîya welata, usa jî prînsîpên wekehevtîyê û qedirgirtinê, hatîye hîmdanînê.

Bi vê fikirê Ermenîstanê bernama “Xaçerêya aşîtîyê” pêşda kişandîye. Armanca vê bernamê ewe, ku pêwandîyên tevî welatên cînar bidine pêşxistinê û hevkarîya bona hemû alîya bidine pêşdabirinê.  Ermenîstan hewil dide ku tevî Tirkîyayê pêwandîya bide normalkirinê, pêwandîyên dîplomatîk bide zelalkirinê îzbatkirinê û sînora bide vekirinê. Heger nava wê yekêda açixî hebe, ewê tehsîra baş li ser hermê bihêle”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button