Bernameya parastina mafên mirovan ya ku bihayê wê 2,6 mîlyon dolar e, li Ermenîstanê dest pê bû

Li Ermenîstanê bernameya “Pêşvebirina parastina mafên mirovan û bihêzkirina sazîyên neteweyî” bi bihayê 2,6 mîlyon dolarî hat destpêkirin. Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, ev bername ji alîyê Yekîtîya Avropayê ve tê fînansekirin û ji alîyê bernameya pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî, UNICEF ê û fonda Neteweyên Yekbûyî bi hevparî tê cîbicîkirin.
Serokê dêlêgasîya Yekîtîya Avropayê ya li Ermenîstanê, balyoz Vasîlîs Maragos, parêzvanê Ermenîstanêyî mafên mirovan Anahît Manasyan, alîkarê wezîrê karên dadê Karên Karapêtyan, cîgira wezîrê karên navxweyî Arpînê Sargsyan, alîkara wezîrê kar û barên civakî Tatêvîk Stêpanyan û kesên din axaftinên vekirinê di pêşkêşkirina projeyê de. Piştî axaftinan merasîma îmzekirina bernameyê pêk hat.
Li gorî analîza sêktora vê dawîyê û bi rêbernameya têgehî ya beşdaran ve hatî rêve kirin, bername ji bo pêşkeftina mafên mirovan, pêşkeftina sîyasetê û hişmendîya gelemperî li Ermenîstanê ye.
Berferehiya wê di salên 2023-2025 de çareserkirina mijarên sereke yên wek dijberîya cîhêkarîyê, alîkarîya qanûnî ya belaş û rêforma destûrî dihewîne. Bi giranî taybet li ser xurtkirina plana çalakîya mafên mirovan û çarçoveya çavdêrî û nirxandinê.
Hişmendîya gel ji mijarên mafên mirovan, guhdana taybet bi mafên mirovan yên komên xizan û dezavantaj.
Bihêzkirina kapasîteya wezîreta dadê di warê mafên mirovan, dadwerî û rêformên destûrî de û hişyarkirina raya giştî.
Berfirehkirina xizmetên piştevanîya mexdûran ji bo kesên ku ji şîdeta li ser bingeha zayendî û şîdeta zayendî rizgar bûne.
Pêşxistina mêxanîzma û kapasîteyên ji bo peydakirina alîkarîya qanûnî ya bi kalîte ya bêpere ji nifûsa xizan re.
Bi misogerkirina van encamên tavilê, bername armanc dike ku bandorek mayînde di warê parastina mafên mirovan li Ermenîstanê de biafirîne, dabînkirina prînsîpên rêvebirina baş, serwêrîya mafan, û rêzgirtina mafên mirovan di karûbarê giştî û pratîkên giştî de.
Bername dê heta 31 ê gulana sala 2027 a bidome.







