SerekeSîyasî

Bi biryara serokwezîr xwendekarên ji destê DAIŞ ê rizgar bûne vedigerin xwendinê

Bi biryara serokwezîr Mesrûr Barzanî, wezîreta perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê, hejmareke hêsankarîyan raberî xwendekarên ku ji destê DAIŞ ê rizgar bûne, dike.

Wezîrê perwerdeyê Alan Hema Seîd di konfêranseke rojnamevanî de bi amadebûna 3 rizgarbûyên kurd yên êzidî, behsa biryara serokwezîr Mesrûr Barzanî ya ji bo vegerandina xwendekarên ku ji destê DAIŞ ê rizgar bûne bo proseya xwendinê kir.

Wezîrê perwerdeyê eşkere kir, li ber ronahîya biryara serokwezîr Mesrûr Barzanî, wezîreta perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê biryar da, kesên ku ji êrîşa têrorîstî ya DAIŞ ê rizgar bûne û di lîsteya rizgarbûnê de hatine tomarkirin û ji xwendinê hatine dûrxistin, divê hemû hêsankarî ji bo vegera wan bo proseya perwerdehîya bên kirin.

Li gorî biryarên hatine dayîn:

– Ji bo vegerandina kesên rizgarbûyî bo xwendinê, hemû desthilat rêveberîya giştî ya parêzgehan û îdareyên serbixwe tên tê dayîn ku mercên temen rakin.

– Hemû rizgarbûyên ku pola 9 em ya seretayî qedandine, lê piştre ketine destê DAIŞ ê, ji xwendinê hatine dûrxistin û temenê wan yê yasayî piştî rizgarbûna wan derbas bûye, bi biryara wezîreta perwerdeyê ew hemû ji mercên temen tên bexşandin û dikarin li her peymangeheke hukumî bixwînin.

– Hemû rizgarbûyên DAIŞ ê yên ku di lîsteya rizgarbûyan de hatine tomarkirin û pola 9 emîn ya seretayî qedandine, mafê wan e ku di hemû sazîyên taybet de her pênc salên din yên xwendinê bê pere bixwînin.

Bi gotina wezîrê perwerdeyê, ev biryar ji bo sala perwerdehîyê ya  salên 2024-2025 a ji îro 18 ê tîrmehê ve dikeve warê cibicîkirinê

Herwiha gotîye: “Her çi em ji bo rizgarbûyên DAIŞ ê bikin, ne bes e, lê ev biryara serokwezîr Mesrûr Barzanî pir girîng e ji ber ku bi mijara perwerdeyê ve girêdayî ye”.

Çekdarên DAIŞ ê 3ê tebaxa sala 2014 a êrîşa Şingalê kir, di encamê de zêdetirî 5 hezar kurdên êzidî hatine kuştin û nêzîkî 2745 zarok jî bê dê û bav mane.

Ji ber êrîşan, zêdetirî 325 hezar êzîdî koçber bûne. Li gor amarên dawî yên ofîsa serokatîya Herêma Kurdistanê ji bo rizgarkirina revandîyên êzidî: ji ber êrîşa DAIŞ ê, 135 hezar û 860 kurdên êzidî koçberî Herêma Kurdistanê bûne. 189 337 kes jî koçberî navçeyên Kurdistanî yên hatine birîn bûne û zêdetirî 100 hezar kes jî koçberî welatan bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button