H’emû nûçeSereke

Sînorên daxwazên jêopolîtîk yên Tirkîyayê çi ne? : “Past”

Rojnameya “Past”  dinivîse:

Pêşketinên jêopolîtîk yên heyî di şert û mercên reqabeteke tûj û nakokîyên berjewendîyan yên di navbera navendên hêzê de pêk tên. Û rewşa herî aloz di têkilîyên Rojava-Rûsîya de ye, ku di encamê de xwe bi şerê berdewam yê li Ûkraînayê nîşan dide. Lê belê aktorên navneteweyî hene ku hewl didin ji vê alozîyê sûd werbigirin û planên xwe pêş bixin. Mînak Tirkîya ku endama tifaqa leşkerî-sîyasî ya Rojavayê ye, bi awayekî aktîv bi Rûsîyayê re hevkarîyê dike. Her wiha hevkarîya bi Moskvayê re ji bo Enqereyê ji bo tawîzan ji Rojava werbigire bûye amûreke reşkirinê ya taybet.

Piştî ku Amêrîka ji bernameya F-35  vekişîya, Tirkîyayê biryar da ku sîstêmên berevanîya mûşekî yên S-400 ji Rûsyayê bikire û di encamê de welatên rojava hatin dorpêçkirin. Heger wek mînak Almanîya xwedî aborîyeke bihêztir be, bi giranî li gorî polîtîkayên ku Rojava di bin pêşengîya Dewletên Yekbûyîda  dide meşandin tevbigere, wê demê Tirkîya xwe bi Rojavayê re nabîne, di heman demê de sûdê werdigire. Derfetên ku ji alîyê Rojavayê ve tên dayîn û bi yek destî pêrspêktîva endametîya Yekîtîya Avropayê derdixe pêş. Ji alîyeke din ve Tirkîya bi awayekî aktîv hevkarîya Ûkraînayê dike û yekparçeyîya axa wî welatî nas dike û çekan dide Rûsîyayê.

Lê arasteya sereke ya înîsîyatîva sîyaseta der ya Tirkîyayê bi Rojhilat ve girêdayî ye. Li gorî vê yekê, bernameyên Tirkîyayê yên bi armancên azwerî yên wek nêoosmanîzm, panîslamîzm û pantûrkîzmê ji nû ve zindî dibin. Heger Atatûrk piştî avakirina komarê di pêşketina navxweyî ya Tirkîyayê de hêza Tirkîyayê dît, Êrdogan jî hêza dewleta Tirkîyayê di berfirehkirina bandora xwe ya li derve de dibîne. Li gorî vê, hewl tê dayîn ku rûmeta berê ya împêratorîya osmanî ya ku dewleta tirk di qada navneteweyî de lîstikvanekî sereke bû, bê vegerandin.

Ji ber vê yekê hebûna leşkerî ya Tirkîyayê li navçeyeke erdnîgarî ya wek Lîbyayê, Somalîyê û Adirbêcanê, ji bo rayedarên payebilind yên Tirkîyayê bûye cîhê şanazîyeke taybet. Di heman demê de, maşîna propagandaya fermî ya tirkan rabirdûya Osmanî îdealîze dike, bi rengên wisa dide xuyakirin ku împêratorîya Osmanî çiqasî bi hêz û zindî bû. Ji alîyê din ve îdêolojîya panîslamîzmê derdikeve pêş, dema ku Tirkîya xwe weke parêzvanê sereke yê mafên misilmanan û navenda hêzê ya ku alema Îslamê dike yek, dibîne. Ev jî ji ber wê yekê ye ku Êrdogan pişta xwe bi alîyê Tirkîyayê ve girêdide ku xwedî nêrînên olî yên tund e û berdewam behsa dîyardeya îslamofobîyê û binpêkirina mafên misilmanên Avropayê dike.

Li gelek welatên misilman jî serkeftina Êrdogan ya di hilbijartinên serokomarîyê de tê pîrozkirin. Lê ji alîyê din ve jî daxwaza Tirkîyayê ya ji bo bibe rêber di cîhana Îslamê de, bi berxwedana dewletên din yên misilman, bi taybetî jî Îranê û Erebistana Saûdîyê, ku daxwazên wan yên bi vî rengî hene, rû bi rû maye. Lê êmbargoyên herî mezin yên êlîta tirk bi planên pantûrkîst ve girêdayî ne, ku bi van planan tê plankirin ku dewletên tirkîaxêv di bin sîwana Tirkîyayê de bibin yek û paşê dewleta bi navê “Tûrana mezin” yan jî yekîtîya întêgrasîyonê ava bikin.  Çend sal berê serokê partîya “Tevgera neteweperest” Dêvlêt Bahçêlî “Nexşeya dinya tirkan” weşandibû û pêşkêşî Êrdogan kiribû. Û hêjayî gotinê ye ku nexşe ne tenê çend welatên xaka piştî Sovyetê, lê her weha deverên ji Rûsîyayê bixwe jî dihewîne. Ne tesadûf e ku Tirkîya gav bi gav ber bi pêkanîna planên xwe yên pantûrkîst ve diçe.

Di qonaxa niha de mijara Arsaxê ji alîyê leşkerî ve hatîye girtin, pêngava din jî bi navê “Korîdora Zangîzûrê” ye. Û piştî ku raste-rast bi Adirbêcanê re têkilî danî, Tirkîya dikare derbazî Asyaya Navîn û Bakûrê Qefkasîyayê bibe, ku li wir radîkalîzma îslamî ji niha ve mezin dibe. Û di vê mijarê de tu nêrînek duwem nabe ku di demekê de xwezayî ye ku pêkanîna bernameyên pantûrkîst raste-rast bi berjewendîyên jîyanî yên Rûsîyayê re têkeve hev. Heger îro Rûsîya û Tirkîya karibin hin alîyên hevkarîyê peyda bikin, wê demê nakokîyên rûsa-tirka jî wê derkevin holê û li gel berfirehbûna bandora Tirkîyayê li Başûrê Kafkasyayê û Asya Navîn. Lê hemû pirs ew e ku Rûsîya dê çiqasî rê bide Tirkîyayê ku li navçeyên behskirî berfireh bibe, ji ber ku her ku Enqere lingê xwe di warê piştî Sovyetê de bihêz bike, dê zehmettir bibe ku wê ji wir derkeve.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button