Fêstîvala kurtefîlman ya navneteweyî ya Yêrêvanê wê bê lidarxistin

Bi piştgiriya wezîreta Ermenîstanêye perwerdê, zanistîyê, çandê û werzîşê bi înîsîyatîva şirketa “Pêşvebirina pîşesazîya fîlman”, festîvala kurtefîlman ya navneteweyî ya Yêrêvanê ji 29 ê tîrmehê heta 2 ê tebaxê li Yêrêvanê û herêma Tavûşê bê lidarxistin.
Di civîna çapemenîyê de, hûrgilî û bernameya fêstîvala fîlman ji alîyê seroka beşa hunera nûjen ya wezîreta perwerdê û çandê Svêtlana Sahakyan, rêveberê fêstîvala kurtefîlman ya navneteweyî ya Yêrêvanê Gûj Tadêvosyan û Goş Sahakyan ve hatin pêşkêşkirin.
Li gorî Svêtlana Sahakyanê, fêstîval tê payîn û fikira lidarxistina fêstîvala kurtefîlman li Ermenîstanê ne bi tesadufî çêbûye.
“Pêkanîna fêstîvalê di çarçoveya armancên stratêjîk yên wezîreta perwerdê û çandê de ye, ku ya herî girîng pêşxistina pîşesazîya sînemayê ye û di wê çarçoveyê de, popûlerkirina karê sînêmagerên ciwan e, wek efirandina peywendîyên raste-rast di navbera wan de. Di sala 2018 a de wezîretê biryar da ku bibe piştgirê vê destpêşxerîya bedew, ji ber ku em di wê bawerîyê de ne ku kurtefîlm jî di pêşxistina berhemanîna fîlman û pîşesazîya fîlman de pir girîng in. Svêtlana Sahakyanê got, her sal mîhrîcan di nav de hejmareke zêde ya pisporên bîyanî jî asta xwe berfirehtir dike”.
Svêtlana Sahakyanê da zanîn ku temaşevan dê derfeta temaşekirina kurtefîlmên xelatgir yên fêstîvalên navdar yên navneteweyî bibînin. Hêjayî gotinê ye ku îsal di bernameya navneteweyî ya fêstîvalê de fîlmên ji Fransîyayê, Îndonêzîyayê, Îtalyayê, Fîlîpîna, Komara Çêxîyayê, Sîngapûrê, Çînistanê jî cîh digirin ku beşdarî bernameya pêşbirkê ya Bêrlînê, Kannîyê, Lokarnoyê bûn. Her wiha fîlma vekirina fêstîvalê yek ji fîlmên serketî yên fêstîvala fîlman ya navneteweyî ya Bêrlînê ye.
Qisekeran da zanîn ku fêstîvala kurtefîlman ya navneteweyî ya Yêrêvanê îsal ji 85 welatan zêdetir 700 serlêdanan kirîye. 46 fîlm ji 20 welatan (Ermenîstan, Fêdêrasîyona Rûsîyayê, Brazîlyayê, Îtalyayê, Komara Çêxîyayê, Fîlîpîna, Çînistanê, Îndonêzîyayê, Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, Macaristanê, Tirkîyayê, Polonyayê, Sîngapûrê, Îranê, Îspanyayê, Bêlçîka) hatin nîşandan.
Serokê jûrîya fêstîvala kurtefîlman ya Yêrêvanê ya navneteweyî xelatgirê fêstîvala fîlman ya Kannîyê, lîstikvan, derhênerê sînêmayê, ssênarîst Sêrj Avêtîkyan e û endam jî derhêner, wergêr Satê Xaçatryan û nivîskar û Grîş Sardaryan in.
Mêvanên taybet yên fêstîvalê çêker, serokên înstîtûtên sînêmayê, fêstîval û şîrketên cûre-cûre yên fîlman hene.







