H’emû nûçeSîyasî

Bertekên Adirbêcanê yên li hmiberî daxuyanîyên Êrdogan balkêş e: sîyasîzanê rûs

Ev ne cara yekê ye ku serokkomarê Tirkîyayê Rêcêp Tayîp Êrdogan li ser bûyerên leşkerî û sîyasî yên niha û berê daxuyanîyên gefxwarinê û nirxandinên zêde dide.

Ji ber vê yekê, 28 ê hezîranê li civîna partîya dad û geşepêdanê ya desthilatdar li Rîzê de, serokê Tirkyayê bi xwe re dilsoz ma. Sîyasîzanê rûs Sêrgêy Markêdonov li ser vê yekê li ser torên civakî nivîsîye.

“Divê tirk bi hêz bin da ku Îsrayêl nikaribin van tiştên xerab li Felestînê bikin. Em çawa ketin Qerabaxê, çawa em ketin Lîbîyayê, em dikarin bi wan re jî heman tiştî bikin”. Di vê gotinê de gelek tiştên balkêş hene. Yekem, Êrdogan ferq nake ku kesek li hember wî çi hîs bike, teqez dê wek serokê yekem yê Komara Tirkîyayê ku sîyaseta welatê xwe ya li hember Îsrayêlê 180 derece zivirî, bikeve pirtûkên dîrokê.

Îro welatên ereb jî hewl didin nêzîkatîyên wiha radîkal nîşan nedin. Lê belê ne mimkûn e ku meriv li bendê be ku gotinên Êrdogan derbazî pratîkê bibin. Di dawîyê de, wek Lîbîyayê, li Kafkasyayê, Tirkîya bi Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî re neket nava rû bi rûbûneke vekirî. Lê eger êrîşeke leşkerî li ser Îsrayêlê bê kirin, wê ev yek pêk bê û Enqere (wek çîrokên dawî yên endambûna Swêdê ya NATO ê nîşan didin) ji bo sênaryoyek wiha ne amade ye. Ya duyemîn, ji vir tê. Daxuyanîya serokkomarê Tirkîyayê di serî de ji bo temaşevanên navxweyî ye.

Û seferberîya welatparêzîyê li dora alê armanc dike ku desthilatdarîya partîya desthilatdar û serokkomar xurt bike. Ya sêyem jî, berteka Adirbêcanê ya li hember daxuyanîyên serokê Tirkîyayê balkêş e. Bekûyê dîyar kir ku “teza li ser beşdarbûna pêrsonalên leşkerî yên her welatekî di opêrasîyonên leşkerî yên ji bo vegerandina yekparçeyîya axa Adirbêcanê û serwêrîya Adirbêcanê de tu bingehek tune”.

Gelek şirovekarên ku sîyaseta Adirbêcanê tehlîl dikin ber bi şematî û sivikbûnê ve diçin. Li gorî wan, Bekû hema bêje her tim Enqereyê dişopîne. Lê pêvajoyên rastîn her gav ji dîyagraman tevlîhevtir in. Li vir divê bê gotin ku Adirbêcan ji nakokîyên di navbera Îsrayêlê û Tirkîyayê de qet dilgeş nîne, ji ber ku ev her du welat di serî de di warê leşkerî û têknîkî de hevalbendên stratêjîk yên Bekûyê ne. Nakokîya di navbera wan de ne li gorî berjewendîyên Adirbêcanê ye. Şerê Qerebaxê yê duyemîn li Adirbêcanê bi fermî wek şerê navxweyî tê gotin.

Û di vê çarçoveyê de, sazûmanên Adirbêcanê ne eleqedar in ku bûyerên salên 2020-2023 a fem bikin, tenê wek destwerdaneke leşkerî ya serkeftî ya Tirkîyayê. Bi ser de jî, bi rastî, tevî piştgirîya bê hempa ya ku Enqereyê ji Bekûyê re nîşan da, pêşîya çareserkirina pirsgirêka Qerebaxê ne bi Tirkîyayê re, lê bi Adirbêcanê re bû (û dimîne). Tevahîya vê çîrokê careke din nîşan dide ku di navbera hevalbendên stratêjîk yên herî nêzîk de cudahî hene (û serokên her du welatan her dem ji hev re dibêjin “bira”).

Zêdetir nîşan bide
Back to top button